Perîhan Karaman hat girtin 2021-01-30 14:55:36     COLEMÊRG - Perihan Karaman a di encama îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê de hat binçavkirin li dadgehê hat girtin.    Di 24'ê Çileyê de di encama biserdegirtina malê de Perîhan Karman hatibû binçavkirin û li edliyeya hatibû sewqkirin bi şerdê kontrola edlî serbest hatibû berdan. Do li ser îtiraza Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê Perihanê dîsa hat binçavkirin û piştî îfadeya wê ya li Muduriyeta Emniyetê ya Colemêrgê sewqî edliyeyê hat kirin.    Dozgeriyê piştî îfadeyê bi hinceta beyanên şahidê nepen biryara girtina Perihana derket Dadgeha Cezayê Giran a Geverê da biyara girtinê da.    Her wiha hat hînbûn testa Perihanê ya Vîrusa Koronayê pozîtîf derketiye û malbata wê jî kirine karantînayê.