Ji bo grevên birçîbûnê çalakiya meşaleyê hat kirin
- 08:31 29 Çile 2021
- Rojane
STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin li Kuçeya Gaziyê meşa bi meşaleyê li dar xist.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan li girtîgehan hat destpêkirin û hîn didomin meşa bi meşaleyê li dar xist.
Di meşa li Kuçeya Gazi ya Sultangazî hat destpêkirin dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne","Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.