Ji bo grevên birçîbûnê çalakiya meşaleyê hat kirin 2021-01-29 08:31:31   STENBOL - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê ji bo balê bikşîne ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin li Kuçeya Gaziyê meşa bi meşaleyê li dar xist.    Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê ji bo çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan a li girtîgehan li girtîgehan hat destpêkirin û hîn didomin  meşa bi meşaleyê li dar xist.    Di meşa li Kuçeya Gazi ya Sultangazî hat destpêkirin dirûşmên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne","Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.