Meclîsa Îştar qetilkirina Hinda û Seîdayê şermezar kir

  • 09:23 28 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Mexmûrê derbarê qetilkirina Seida Feysel El-Hermas û Hind Letîf El-Xidêr de daxuyaniyekê nivîskî weşandin û got: "Beriya salvegera roja rizgar kirina Kobanê ev bûyer pêk hat. Şoreşa Rojava xwe ispat kir û bû hedef. Lê divê baş bizanin çi dikin bila bikin em ê bi hêz û vîna xwe civaka xwe birêvebibin û xwe ji zincîrên dagirkeriyê rizgar bikin." 
 
Hevseroka meclisa bajaroka Til El-Şayir a girêdayî navçeya Deşîşa a Kantona Hesekê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr di 22'yê çilê ji hêla DAÎŞ'ê ve hatin revandin û li bajaroka Til Şayir a navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê hatin qetilkirin. Derbarê qetilkirina her du jinan de Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyekê nivîskî da. 
 
Daxuyanî wiha ye: "Di serî de em ji bo malbatên xwe yên hêja re sersaxiyê dixwezin. Berxwedana ku li Rojava tê meşandin bi giştî cîhanê dide nîşandan ku Gelê Kurd xwe gihandiye asta ku xwe bi xwe rêxistin bike û dikare ji pergala mirovahiyê re bibe mînak û pêşeng. Di nava van salên têkoşinê de DAIŞ’a ku cîhanê hemû nekarî li hemberî wê bisekine, şervanên azadiyê û Gelê Kurd bi têkoşîn û berxwedana xwe ve êrîşên DAIŞ’ê têk birin. Şervanên azadiyê bi ruhê Arîn Mîrkanan ve bûn nasname û hebûna tevahî gelê bin dest. 
 
Dewleta Tirk her dem jina berxwedêr tirsekê û xofekê jiyan dike. Her wiha pergala hevserokatiyê jî ji bo xwe weke xeteriyekê mezin dibîne, ji ber vê yekê bi hemû êrîş û polîtîkayên xwe yên qirêj dixweze vê pergalê ji holê rake. Bi taybetî jî berê êrîşên xwe daye Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo wê jî dijminê hov her cure êrîşê ji bo xwe rewa dibîne.
 
Hêza jinê bûye xofekî di dilê dijimin de
 
Em bala xwe bidin beriya niha bi çend rojan Hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayir Sede Feysal El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letif El-Xidêr kirin hedef û bi awayekî hovane kuştin. Bi vê êrîşên hovane xwestin vîn û îradeya jinan bişkînin û hêza jinê têk bibin. Xwestin bi vê kiryarên xwe ve dîroka heyî tune bikin û bi Gelê Kurd êşê wan bidin jibîrkirinê, lewma em berê xwe bidinê beriya salvegera roja rizgar kirina Kobanê ev bûyera sosret pêk anîn. Ji ber şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye û jinan di hemû aliyan de xwe ispat kiriye ji bo wê jî dijmin hêza jinê hedef digire. Lê bila dijmin vê baş bizanibe; ew çi jî bike wê jin her tim bi rola xwe rabe û jin wê bi hêz, îrade û vîna xwe ve civaka xwe birêve bibe û xwe ji zincîrên dagirkeriyê rizgar bike.
 
Em ê tu carî tola wan li erdê nehêlin
 
Wek jinên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî em careke din sersaxiyê ji malbatên Hevseroka Meclisa bajarokê Til Şayir Sede Feysal El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letif El-Xidêr dixwezin. Weke jin em her roj ji rojê zêdetir têkoşîna xwe bilindtir bikin û em ê bi ruhê berxwedana Kobanê ve azadiya gelên bin dest tacîdar bikin. Li ser vê bêngehê em ê tu carî weke jin dev ji vê doza azadiyê jî bernedin û em ê tola hemû jinên ku bi kiryarên wiha re rûbirû mane ji dijminê hov bistînin.”