Dr. Çagla Îzcî:Texrîbatên grevên birçîbûnê dikare girantir bibin

  • 09:20 28 Çile 2021
  • Rojane
 
AMED - Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîbên Tirk ya Amedê Çagla Îzcî, da zanîn ku grevên birçîbûnê li gorî yên salên borî dikare texrîbatên hîn bêtir mezin ava bikin û got: “Tê payîn ku nexweşiyên ‘wernîcke korsakoff’ ya dibe sedema windabûna hiş, zûtir bên dîtin.”
 
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bidawî bin, di 27’ê Mijdarê de grevên birçîbûnê yên bêdem û dorveger hatin destpêkirin û di roja 61’ê de didomin.
 
Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Tabîbên Tirk, Çagla Îzcî pêvajoya grevê û pirsgirêkên piştî grevê dertên holê nirxand û got divê demildest grev bi dawî bin.
 
‘Dibe ku taxrîbat hîn bêtir giran bin’
 
Çaglayê da zanîn ku di 2018’an de çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan dest pê kiribûn û nêzî 200 rojî berdewam kiribûn texrîbatên mayînde afirandibûn û yek ji van texrîbatan a herî zêde hat dîtin pirsgirêkên sehkirinê ne. Çaglayê got ji greva ku di 27’ê Mijdarê de hatiye destpêkirin bi fikar in û ev tişt got: “Girtiyên berê ketine grevê dikarin bi nexweşiyên giran bikevin. Girtiyên berê neketine grevê û temenê wan ciwan, nexweşiyek wan tune heta 40 rojî texrîbatên cidî li ser nabin. Lê wek tê zanîn girtî demek nêz dîsa ketibûn grevê. Ev pêvajo bidome wê nexweşî derkevin holê û texrîbatên mezin derkevin holê. Tê payîn ku nexweşiya ‘wernîcke korsakoff’ ya dibe sedema windabûna hiş, zûtir derkeve holê.”
 
Çaglayê destnîşan kir ku grevên birçîbûnê dikarin bi awayekî giran bidomin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di rewşa normal de ger kesek hewcedariya av, şekir û xwê bigire heta roja 60’î dikare biçe. Lê kesekî her tim ketibe grevê heta roja 60’î dikare krîza dil derbas bike. Dikare hevsengiya xwe winda bike. Em dikarin bêjin ku dibe di pêjerojê de ev zêdetir bên jiyîn.”
 
‘Divê dermankirinên rojane bên kirin’
 
Çaglayê bi lêv kir ku hekîmên li girtîgehan di mijara grevan de divê xesas nêz bibin û metnên agahdarkirinê amade bike û der barê pirsgirêkên ku girtî pê re bên rû hev de girtî bên agahdarkirin. Çaglayê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Divê teqez refakatvanê girtiyên ketibin grevê hebin. Divê rewşa tecrîdê ya wek hucreyê tune be. Divê teqez dermankirinên rojane bên kirin. Yên ketine grevê divê rojane lître û nîv av vexwin. Divê vîtamînên B bigirin. Divê çûyîna heyetan neyê astengkirin. Ji ber pandemiyê jiyana girtiyan du car dikeve xetereyê.”
 
‘Divê bêdengî tune be’
 
Çaglayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew wek hekîm û odeya pîşeyî dibêjin ‘divê ji azadî û tenduristiyê tasaruf neyê kirin’ û wiha dawî lê anî: “Divê daxwazên girtiyan bên cih û grev bi dawî bin. Divê kes li dijî vê bêhestiyar nemîne.Divê di alî klînîk de tu tişt li girtiyan neyê ferzkirin û di mijara daxwazan de lihevkirin hebe û bêyî rûmeta mirovahî zirarê bibîne, grev bi dawî bin. Daxwaza me ev e.”