'Ligel her cureyên êrîşan dê têkoşîna HDP'ê bidome'

  • 09:04 28 Çile 2021
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Bêrîvan Kutlu, diyar kir ku bi her cureyan êrişê li HDP'ê dikin û got: "Heta îro gelek partiyên me hatin girtin û partiyên nû hatin vekirin. Lê belê divê bê zanîn ku berxwedana me û armanca têkoşîna me dê her tim bidome."
 
Grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, tecrîda li Îmraliyê, qeyrana aborî, şer û pevçûn rojevên sereke yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne. HDP ligel her cureyên êrişan hewl dide ku bibe bersiva pirsên gelên Tirkiyeyê. Îqtîdara ku di bin pirsgirêkan de têk çûye êrîşê HDP'ê dike û dixweze xwe ser piyan bigire û rojeva heyî bigiherîne. Derbarê mijarê de hevşaredara Cizîrê ya HDP'ê ya ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin Bêrîvan Kutlu, ji ajansa me re axivî. 
 
Bêrîvan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona HDP'ê û got: "Partiya me her tim bi pratik û xebatên xwe carekedin nîşan da ku partiya hemû gelan e. HDP li Tirkiyeyê partiya sêyemîn e. Em jî wek hevşaredar di bin sîwana HDP’ê de cihê xwe digirin û ji bo gelê xwe dixebitin. HDP projeya wekhevî û demokrasiyê ye. Pergal jî ji wê ditirse. Pergala serdest dixwaze demokrasî û wekheviyê hilweşîne. Lê belê pergal çi qasî êrîş dike bila bike ew tim têk diçin. Desthilatdariya wan hildiweşe. HDP bû dengê gelê ku heta îro nikaribû xwe bîne ziman. Ji ber vî yekê jî hemû gel di bin sîwana HDP’ê de dikare xwe bîne ziman."
 
‘Têkoşîna me dê bidome'
 
Bêrîvanê, diyar kir ku HDP li dijî hemû zor û zehmetiyan heta roja îro hatiye û wiha domand: “Li dijî hemû êrîşan partiya me li ber xwe da. Di her qadê de li dijî HDP’ê êrîş hatin meşandin endam, rêveber, hevserok û hilbijartên wê yan hatin binçavkirin, girtin û an jî hatin kuştin. Lê tu gef pêşiya HDP’ê negirt. Îro jî bi hincetên vala dixwazin partiya me bigirin. Gelê kurd li dijî zext, zordarî û zilmê tim li ser sindoqan bersiva xwe dan û di bin sîwana HDP’ê de hatin cem hev. Navê partiyên me dibe ku biguhere lê belê berxwedana me tu carî naguhere. Heta îro gelek partiyên me hatin girtin. Lê tu carî armanca me neguherî. Kesên ku dixwazin partiya me bê girtin bila bizanibe dê têkoşîna me bidome."
 
‘Êrîşa li dijî HDP’ê êrîşa li hemberî nasnameya jinê ye’
 
Bêrîvanê, destnîşan kir ku îktîdar bi girtina HDP’ê re têkoşîna jinê jî hedef digire û axivî: “Rojava mînaka herî xurt a berxwedanê ye. Her wiha bi taybetî jî îktîdara ku dixwaze HDP’ê bigire têkoşîn û berxwedana jinê jî di heman demê de hedef digire. Wekî her carê em dibêjin HDP partiya jinê ye. HDP hemû civak û ramanan di nav xwe de dihewîne. Dema êrîşê HDP’ê tê kirin yekemîn êrîşê jinê û nasnameya wê tê kirin. Projeya HDP’ê projeya nasnameya jinê ye. Her wiha ev êrîş li dijî pergala hevserokatiyê jî tê kirin. Ev êrîş bi taybetî ser nasnameya jinê tê kirin. Lê belê em wek jin bi têkoşîna xwe li hember van êrîşan bisekinin. Em ê dev ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin. Em ê hemû êrîşan vala derxin. Divê em xwedî li HDP’ê derkevin.”