Li dijî êrişan li Şengalê meş hat lidarxistin

  • 17:20 27 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, li bajaroka Sinûnê li dijî êrîş û peymana di navbera Hikûmeta Iraq û Hewlerê de meşek hat li dar xistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û wiha hat gotin: "Em ê li dijî her cûreyên êrîşan yekitiya xwe xurt bikin."
 
Li dijî peymana di navbera hikûmetên Iraq û Hewlêrê de ya li ser Şengalê hatî girtin û her wiha nasnekirina Asayîşa Êzidxanê, îro bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ), li bajaroka Sinûnê ya Şengalê meşek girseyî hat lidarxistin. Meş li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir heta ser rêya sereke ya bajarokê dom kir. Serokeşîr û kesayetên Şengalê û sazî û dezgehên Şengalê û xelkê Şengalê tevlî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên wekê "Em rê nadin planên qirêj" hat berzkirin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Desteya Rêvebera Şengalê Qasim Xelef hat xwendin. 
 
Qasim, bang li hikûmeta Iraqê kir û wiha got: "Hikûmeta Iraqê divê li serweriya xwe xwedî derkeve. Her wiha divê em li hemberî gefan bêdeng nemînin. Divê her kes li dijî gefan derkeve û rê nedin xaka me were dagirkirin. Li Şengalê hêzên me yên parastinê hene. Ji zarokên vê axa parastinê dikin. Hêzên me ew hêzên ku li dijî DAIŞ’ê şerkirin û niha tevahiya Şengalê diparêzin. Em bang li tevahiya êzidiyan û pêkhateyên Şengalê dikin û dibêjin li dijî gefan bibin yek."
 
Her wiha Edûl Şemo ya ku tevlî meşê bû û ji ajansa me re nêrînê xwe wiha anî ziman: "Em jinên Şengalê û xelkê Şengalê tu caran rê nadin dagirkeriyê. Ji ber ku ev axa me ye me bi keda xwe û piştî fermanê aramî avakiriye. Em rê nadin ku ev yek xera bibe ji bo wê çi ji me were xwestin em amade ne.”
 
Pakize Celal jî tevlî meşê bû û wiha bal kişand ser girîngiya meşê: "Heta ku em aramiyê pêk bînin em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em helwesta hikûmeta Iraqê şermezar dikin. Heke li hemberî êrîşan parastina me neke em jî tu carî wan napejîrinin. Dê hêza me bi ser keve û em ê xweseriya Şengalê bi keda dayik û ciwanan pêk bînin."