Salvegera rizgarkirina Kobanê hat pîrozkirin

  • 16:20 27 Çile 2021
  • Rojane
 
KOBANÊ - Şêniyên herêma Firatê salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser û salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyeke girseyî pîroz kirin. 
 
Bi wesîleya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser û  salvegera rizgarkirina Kobanê, Rêveberiya Xweser a herêma Firatê li qada Şehîd Egîd şahî li dar xist. Di şahiyê de bi sedan ji şêniyên herêma Firatê, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Civaka Sivîl, Rêxistina Kongreya  Star, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her wiha nûnerên Meclîsa Sivîl a bajarê Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrezorê amede bûn. Qad bi wêneyên cangoriyên azdadiyê hatibû xemilandin. 
 
'Wê Kobanê bibe navenda rizgarkirina herêmên dagirkirî' 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtin a ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre Hevserokê Encumena Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn salvegera Rêveberiya Xweser û rizgariya Kobanê li tevahî kesan pîroz kir û wiha pê de çû: "Serkeftina Kobanê ne tenê serkeftina gelekî bû, serkeftina vîna tevahî gelan a li hember desthilatdariyê bû. Kobanê bû hêviya tevahî gelan ku bikaribin li dijî desthilatdariyê têbikoşin. Bi vê boneyê em banga tevahî gelên Sûriyeyê dikin, her wiha yên li herêmên dagirkirî dikin ku rêxistina xwe bi hêz bikin, serî hildin û li ber xwe bidin. Em ê bi rihê berxwedana Kobanê bi ser kevin. Çawa ku Kobanê bû çavkaniya rizgarkirina Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrezorê wê Kobanê bibe navenda rizgarkirina herêmên dagirkirî."
 
'Dixwazin pirojeya Netewa Demokratîk têk bibin'
 
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Elî Heco diyar kir ku divê ew deskeftiyên xwe ji dagirkeriyê biparêzin û wiha got: "Îro roja serkeftina mirovahiyê ye û destpêkirina jiyana bi rûmet û ewle ye. Bi tunebûna DAIŞ'ê re hêzên hegemonîk êrîşên xwe yên li ser herêmê zêde kirin ji bo ku pirojeya me ya Netewa Demokratîk û yekîtiya gelan têk bibin. Lewra em dibêjin divê ku gelê me li ber xwe bide ji bo ku em destkeftiyên xwe ji dagirkeriyê biparêzin."
 
'Em ê destkeftiyên xwe biparêzin'
 
Her wiha li ser navê Rêxistina Kongreya Star Hedle Hesen jî da zanîn ku bi pêşengtiya hêzên YPJ'ê çeteyên DAIŞ'ê têk çûn û wiha axivî: " YPJ'ê pêşengtiya rizgarkirina Kobanê û têkbirina DAIŞ'ê kir. Lewra em weke jin divê ku em têkoşîna xwe bidomînin, destkeftiyên jinê biparêzin. Dewleta tirk û çeteyên xwe bi hemû cureyan êrîşî jinên pêşeng dike. Mînaka vê yekê jî komkujiya bajaroka El-Dişîşe û ya Helinicê ye."
 
'Em deyindarên têkoşeran e'
 
Li ser navê Partiya Sûriya Pêşeroj Zelîxe Ebdî jî wiha got: "Silavek bi bêhna gulên Yasmînê ku şehîd Hevrîn Xelef dixwest ku li tevahî Sûriyeyê belav bibe. Ji ber vê em deyndarên şehîdan e. Em soz soz didin ku em ê riya şehîdên xwe biparêzin. Em îro ji bajarê Reqayê hatine, peyama gelê Reqayê jî ew e ku Reqa û Kobanê yek in. Yekîtî hêz e, em ê hêza xwe xurtir bikin." 
 
Piştî axaftinan Koma Botan a Çand û Hunerê, Koma Kevana Zêrîn, Çand û Hunera bajarê Minbicê stranên gelêrî pêkêş kirin.
 
Şahî bi gerandina govendê û bi dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.