Meclîsa Jinan a HDP'ê biryara girtina Ayşe Gokkan şermezar kir

  • 15:25 27 Çile 2021
  • Rojane
 
AMED - Derbarê Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan de bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" biryara girtinê hat dayîn. Meclîsa Jinan a HDP'ê biryara ku hat dayîn şermezar kir. 
 
Daneşîna biryarê ya doza ku Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jê bi îdaya "Endamtiya rêxistinê" hat vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Heyeta dadgehê derbarê Ayşeyê de biryara girtina da. Meclîsa Jinan Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser medyaya civakî bertek nîşanî biryarê da. 
 
Di peyamê de wiha hat gotin: "Biryara ku derbarê Ayşe Gokkan de hatî dayîn nîşaneya dijminatiyê ye. Ji bo me hikmê wê biryarê nîne. Heta niha 83 caran hat binçavkirin û bi salan li girtîgehê ma. Tu carî di têkoşîna azadiya jinê de paşve gav neavêt."