Şêniyên Qamişloyê êriş şermezar kirin

  • 14:36 27 Çile 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê, Eyn Îsa û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê bi meşekê şermezar kirin.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifet û Eyn Îsayê, her wiha gefên wê yên li ser Herêmên  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişloyê meşeke girseyî li dar xist. Meş ji taxa Munîr El-Hebîb bi tevlîbûna bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişloyê, endamên sazî û dezgehên civakî des pê kir û li ber navenda Netewên Yekbûyî (NY) veguherî mîtingê. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, alên QSD’ê û pankertên bi nivîsa “Em xwediyê vê axê ne, Erdogan dagirker e û gerek were darizandin” hatibûn hildan.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin hate kirin.
 
Endama Kongreya Star a bajarê Qamişloyê Xaliya Necar êrîşên dewleta tirk ên li ser sivîlan şermezar kir û ev tişt got: ”Em dibînin îro careke din, êrîş û gefxwarin li ser destkeftiyên me, tên kirin. Herdu hevalên me yên jin li Deşîşayê ji aliyê terorîstan ve bi rengekî hovane hatin qetilkirin, em tu carî qebûl nakin. Ev êrîş li ser jinê û azadiya civakê tê kirin. Pêwîst e em hemû jin li dijî van êrîşan têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
Paşê şandeyek ji meşvana daxwazên xwe derbarê darizandina kujerên jinan û kesên ku komkujiyan pêk tînin radestî navenda Netewên Yekbûyî (NY), kirin.
 
Meş bi dirûşma “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.