Gulperî Aslan a hat binçavkirin serbest berdan

  • 14:31 27 Çile 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Gulperî Asalan a derxistin dadgehê bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
 
Gulperî Aslan a ku li Nisêbînê di dema qedexeya li herêma bejahî ya Çiyayê Bagokê ku duh hatibû îlankirin de hat binçavkirin piştî îfadeya wê li qereqola cendirmeyan hat girtin sewkî Edliyeya Mêrdînê hat kirin. 
 
Gulperî piştî lêpirsîna dozger bi îdaya "endamtiya rêxisitnê" û bi daxwaza girtinê  sewkî Dadgeriya Suhl Cezayê kirin. 
 
Dadgeriyê, şertê kontrola edlî Gulperiyê serbest berda.