Li Hesekê li dijî qetilkirina jinan kon hat vedan

  • 13:54 27 Çile 2021
  • Rojane
 
HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina qetilkirina Hevseroka Meclisa Til Şayîr Seda Feysel El-Hermas û Cîgera wê Hind Letîf El-Xidêr, îro Meclisa Kantona Hesekê kon veda. 
 
Di 23'yê Çileyê de Hevseroka Meclîsa Til Şayîrê Seda Feysel El-Hermas û Cîgera Hevseroka Meclîsê Hind Letîf El-Xidêr, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin. Bi armanca şermezarkirina qetilkirina jinên hatin qetilkirin, îro bi pêşengtiya Meclisa Kantona Hesekê, li qada Ş.Asro ya li taxa Nasrayê, konê çalakiyê hate vedan. 
 
Li gorî komîteya amadekar, wê kon heya danê êvarî bimîne. Di van saetan de wê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Hêzên Parastina Civakî, Asayîşa navçeya Til Temir û Zirganê, Meclisa Hol û Şedadê, Kongreya Star a Hesekê, Til Temir, Şedadê û Erîşa, her wiha wê gelek sazî û rêxistinên din serdana kon bikin. Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê axaftin hatin kirin.
 
'Qetilkirina Seda û Hindêprojeya Netewa Demokratîk hedef digire'
 
Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebd-El Ilah bûyera qetilkirina hevserok û cîgera wê şermezar kir û wiha got: "Qetilkirina herdu jinan, dûrî pîvanên exlaqî û zagonên navneteweyî ye. Jinên Ereb ên ku ji çeteyên DAIŞ’ê gelek kiryarên bi êş dîtin, xwestin ku bi rêxistinbûyîna xwe guhertinekê di nava civaka xwe de çêbikin.  Armanca vê bûyerê, hedefgirtina vîna jinan bû. Jinên ku li dijî koletî û zilmê serî hildan, her dibin hedefa  rûreşan. Bi qetilkirina jinên birêxistinkirî projeya Netewa Demokratîk hedef digirin. Em bang li tevahî jinan dikin ku serî netewînin, li dijî van kiryaran serî hildin û terorê têk bibin."
 
'Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mînak in'
 
Rêveberê Meclisa Navçeya Bakur a bajarê Hesekê Ehmed Qasim jî wiha got: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ku mohra xwe li dîrokê dan, naşibin jinên cîhanê. Jinên herêmê bi rêxistinbûyîn û tevgera xwe, bala hemû jinên cîhanê kişandin ser xwe. Êrîşên ku li dijî jinan pêk tên, ne nû ye û em wê bi tundî şermezar dikin."
 
'Sembola jinên berxwedêr in'
 
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Sena Xerîb jî ev peyam da: "Wê Ş.Sada û Hind bibin sembola jinên berxwedêr û serhildêr. Ev jinên ku tarîtî qebûl nekirin û xwestin ronahiyê bibînin û bi gelê xwe bidin dîtin. Wê dîrok we ji bîr neke û em ê meşa we jî bidomînin."
 
Çalakiya kon bi axaftinan dewam dike.