'Divê rêxistinên navneteweyî helwesta xwe zelal bikin'

  • 13:44 27 Çile 2021
  • Rojane
 
HESEKÊ - Dayikên Gerîla di çarçoveya çalakiyên xwe yên didomin de daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser berxwedana têkoşerên azadiyê 
 
Çalakiyên Dayikên Gerîla vê hefteyê jî bi daxuyaniyekê dewam kir. Daxuyanî li Navçeya Xerbî ya Hesekê hat dayin û ji aliyê Dayika Ş.Osman Şama Ibrahîm ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotin divê sazî û rêxistinên navneteweyî li dijî kiryarên dijmirovî helwesteke zelal nîşan bide. 
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Em xistina navê PKK'ê ya di lîsteya terorê de ya ji aliyê hevalbendên dewleta tirk bi tundî şermezar dikin û tu carî jî em vê yekê li ser zarokên xwe yên gêrîla qebûl nakin. Zarokên me yên gerîla axa Kurdistanê û nirxên Gelê Kurd parastin. Di heman demê de dikarîbûn ku di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî cih bigirin û gel ji komkujiyên pir mezin, xilas bikin. Eger şehîd nehatiba dayin, ew ê ewqas destkeftiyên şoreşê li her çar parçeyên Kurdistanê jî nebana. Êrîşên ku li dijî zarokên me yên gerîla tên kirin, di heman wextê de jî dîlgirtina Rêber Apo hemû mîsaqên navneteweyî û hiqûqî jî binpê dike. Em wekî malbatên gerîla, bi piştgiriya zarokên xwe em ê serkeftinên pir mezin, bi dest bixin.
 
Em wekî Dayikên Gerîla bang li raya giştî, sazî û rêxistinên navneteweyî dikin ku helwesteke zelal li hember kiryarên bê exlaqî û dijmirovî, nîşan bidin û navê PKK'ê ji lîsteya terorê derxin." 
 
Daxûyanî bi dirûşma"Bijî Rêber Apo","Şehîd Namirin"bi dawî bû.