Pero Dundar: Tecrîd berdewamiya komployê ye

  • 13:43 27 Çile 2021
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Parlementera HDP'ê Pero Dundar di daxuyaniya ku li dijî tecrîdê hat dayîn de bal kişand  ser tecrîdê û wiha got: “ Tecrîd berdewamiya komployê ye. Yên ku dixwastin darbeyê li aşitiyê bidin îro bi vî rengî êriş dikin. Lê divê em şiyar bin û komployê vale derxîn.”
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a  Gelan  (HDP) ya Mêrdînê ji bo bal bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li ber deriyê avahiya xwe ya bajêr a  HDP’ê daxuyanî da. Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (BDP), Rêxistina HDP’ê  ya bajêr û navçeyê,  Meclîsa Jinan, Meclîsa Ciwanan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û parlementera HDP’ê Pero Dundar beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin” hate vekirin û diruşmên “Bijî Berxwedana Zindanan” hatin berzkirin.
 
‘Daxwaza wan daxwaza me ye’
 
Hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Selehedîn Kuday di serî de axivî û got: “Grevên birçîbûnê di roja xwe ya 62’emîn de berdewam dikin. Roj namîne ku bêhiqûqî û binpêkirinên mafan pêk neyên. Pêwîst e ku demildest ev tecrîd û binpêkirina mafan werin bidawîkirin. Ji bo ku mirin çênebe divê em hemû piştgiriyê bidin daxwaza girtiyan û bibin dengê wan. Daxwaza wan daxwaza me ye. Banga me ji hikumet û rayedaran re ye ku di demek kurt de tecrîd were şkandin.”
 
‘Li welat  dad tune ye’
 
Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar a  di daxuyaniyê de axivî jî wiha got: “Ger ku em li daraza welatekî temaşe bikin divê em li jimara girtîgehan, li binpêkirian mafan û li îşkenceya tê kirin binêrin. Mixabin îro li Tirkiyê ev hemû ji hene û di asta herî jor de tên kirin. Ji ber vê sedemê ji girtiyên sîyasî ên ku rehîn hatine girtin ketine greva birçîbûnê.  Daxwaza wan jî rakirina tecrîdê û parastina nasnameya xwe ya siyasî ye.”
 
‘Tecrîd berdewamiya komployê ye’
 
Pero di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Tecrîd berdewamiya komployê ye. Yên ku xwestin pêvajoya aşitiyê betal bikin jî ew ên komploger bûn û bi vê tecrîdê re jî pêvajoya aştiyê hat astengkirin. Ger ku deriye Îmraliyê vebe, tecrîd bişkê wê çareserî jî  pêk were.”
 
‘Xwedî li girtiyan derbikevin’
 
Pero herî dawî wiha got: “Divê em xwedî li daxwaza girtiyan derkevin. Bi têkbirina tecrîdê re wê çareserî jî pêk were. Di her bêdengiyek ya me de wê tecrîd girantir bibe. Ango wê di encama bêdengiyê de li girtîgehan çi biqewime jî em nizanin. Em cardin diyar dikin ku daxwaza girtiyan daxwaza me ye û ji bo daxwaza wan ji em ê tim li qadan bin.”
 
 Çalekî bi diruşmên "Bijî berxwedana zindanan" re bidawî bû.