Aktivîsta TJA'yê Zeynep Olbeci hat binçavkirin

  • 12:39 27 Çile 2021
  • Rojane
 
STENBOL - Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de bi ser mala Aktivîsta TJA'yê Zeynep Olbeci de hat girtin û hat binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de di saetên serê sibehê de li Stenbolê bi ser mala Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zeynep Olbeci de hat girtin û hat binçavkirin. 
 
TJA ya ku ji bo Zeynepê daxuyanî da wiha got:"Hevala me Zeynepê siyasetmedar e. Aktivîsta têkoşîna jinê ye. Mêrên her roj jinan dikujin serbest tên berdan lê belê jinên têkoşîna azadiyê didin rehîn tên girtin. Ev ji bo me ne rewa ye. Bijî têkoşîna jinê bijî serîhildana me."