Li Mexmûrê koma 21’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:07 27 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro ji hêla koma 21’emîn ve hat dewirgirtin. Çalakî 41 roj in didome.
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Koma 21'emîn îro çalakî dewr girt. Çalakî 41 roj in didome. 
 
Çalakvanên koma 20’emîn di merasîma dewirkirinê de wiha gotin: "Bi giştî Gelê Kurd û Kurdistanî di nava pêvajoyekî dîrokî re derbas dibe. Dijmin bi hemû şêweyên xwe yên qirêj dixwezin me tune bikin. Li ser vê esasê em dibêjin pêwîste Gelê Kurd bibe xwediyê yekîtiyekê xurt. Helwesta PDK’ê jî helwestekê îxanetê ye em jî vê nêzîkatiyê wan şermezar dikin. Em serkeftinê ji bo tevahî hevalên xwe yê koma 21’emîn re dixwezin. ”
 
Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.