57 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome

  • 10:40 27 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgirîdana Asayîşa Êzidxanê hatî destpêkirin 57 roj in berdewam dike. Her wiha îro ji hêla MXDŞ'ê ve meşek girseyî tê lidarxistin. 
 
Li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan. Çalakî di roja xwe ya 57’yan de berdewam dike. Xelkê Şengalê diyar kirin ku ku heya daxwazên wan pêkneyên, ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.
 
Her wiha îro li bajaroka Sinûnê ya Şengalê meşek girseyî di saet 13.00'an de bê lidarxistin. Meş ji hêla Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ve tê lidarxistin. MXDŞ’ê banga tevlîbûna meşê li xelkê Şengalê kir. MXDŞ’ê ji xelkê Şengalê xwest ku her kes ji bo xwedî derketina li axa pîroz a Şengalê cihê xwe di nava meşê de bigrin.
 
Gel wê li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê li hev kom bibe û heta ser rêya sereke ya bajarokê bi meşe.