Meclîsa Jinan a HDP'ê bi mijara 'Edaletê' dê li qadan bin

  • 10:15 27 Çile 2021
  • Rojane
ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP'ê plansaziya xwe ya dema nû amade kir û di meha sibatê de plansaziya bernameyên xwe dê ji raya giştî re aşkera bike. 
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), amadekariyên xwe ya plansaziya dema nû bi dawî kir. Rojên borî bi endamên xwe re civînek giştî li dar xist û gelek mijarên di rojevê de nîqaş kirin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê bername û çalakiyên xwe yen 4 û 5 mehan amade kir. Li dijî kuştina jinan, li dijî helwesta li hemberî siyasetmedaran, grevên birçîbûnê û polîtîkayên tecrîdê plansaziyeke berfireh hat amadekirin. Di vê çarçoveyê de jinên HDP'yî hem li kolanan û hem jî li Meclîsê rolek aktîf bigirin û dengê xwe bilind bikin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê derbarê 8'ê Adarê de dest bi amadekariyan kirin. Dê çalakî û bernameyên 8'ê Adarê hefteyek bidome û li kolanan çalakî bên lidarxistin. 
 
Meclîsa Jinan a HDP'ê dê bi mijara "Edaletê" bernameya xwe ya çalakiyan dê meha sibatê ji raya giştî re ragihîne.