'Rojiya Nînewa çandeke kevnar e'

  • 09:54 27 Çile 2021
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Cemîla Nîkola ya ji 25'ê Çileyê heta 27'ê Çileyê rojiya Baûsa ango Nînewa digire got ruxmî hemû zehmetî û êrîşên heyî, rojiya Nînwayê digirin, çanda dapîr û bapîrên xwe zindî dikin.
 
Her netewek li Rojhilata Navîn bi çand, dîrok, şaristanî û taybetmendiyên xwe têne nasîn. Li gorî ola Xirîstiyana ji 25'ê Çileyê  heta 27'ê Çileya her salê, xirîstiyanên ku li Sûriyeyê û Îraqê dijîn, Rojiya Baûsa ango rojiya Nînewa'yê digirin.  Rojiya Nînewa sibeha roja duşemê dest pê dike. Gotina Baûsa jî gotineke Kildanî ye û tê wateya pêkanîna daxwazan. Rojî bîranînek ji bo tobeya mirovên Nînewayê ye.  
 
Rojiya Baûsa, dema ku xwedê pêxember Yûnan şande nav xelkê Nînewayê, ji tirsa xwest ku bireve. Lewra dema ku hewil da bireve, ew kete avê û di hundirê balînê de sê rojan ma. Piştî duayan, xwedê qebûl kir û ew ji hundirê balînê derxist. Paşê pêxember Yûnan çû cem xelkê Nînewayê û ji wan hêvî kir ku ji gunehên xwe poşman bibin. Her wiha tê gotin ku di sedsala 7'an de vîrûsa Taûn derket, da ku ev nexweşî û karaset li ser gel bi dawî bibe, xirîstiyanan rojî girtin û dua kirine. Paşê ev dua bûye sedema ku ev vîrûs bi dawî bibe lewra ji wê demê de heya roja me ya îro xirîstiyan vê rojiyê digirin. 
 
Dayika ji Pêkhateya Aşûrî Cemîla Nîkola ku li navçeya Til Temir a Kantona Hesekê dijî, ji me re qala rojiya nînewayê kir.
 
'Rojiya Nînewa çandeke kevnar e'
 
Cemîlayê di destpêkê de behsa kesên ku dikarin rojiyê bigrin kir û wiha anî ziman: "Rojiya Nînewa çandeke kevnar e, me ji dapîr û bapîrên xwe girtiye û heya roja îro em diparêzin. Em 3 rojan rojiyê digirin. Aşûrî li ser sê beşan rojiyê digirin, beşek ji wan rojiyê digirin bêyî ku tiştekî bixwin. Hindek jî sê rojan ji saet 00:00'an heya 13:00'yê nîvroyê ve digirin û beşek jî rojiyê digirin lê bêyî ku xwarinên bi goşt bixwin. Yên ku nêt dikin, dikarin heya nîvro rojiyê bigirin, ji ciwanan heya kesên temen mezin vê rojiyê digirin. Lê kesên ku nexweşiyên wan hebin, tenê dikarin heya nîvroyê rojiyê bigirin."
 
'Poxîn tenê di rojiya Nînewa de tê çêkirin'
 
Cemîlayê da xuyakirin ku ew di Rojiya Nînewayê de xwarineke taybet çêdikin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Her cejin ango rojiyek me xwarineke wê yê dîrokî û taybet heye. Xwarina dawiya rojiya Nînewa jî Poxîn e. Poxîn ji 7 tiştan çêdibe, ew jî genim, ceh, xwê, dendik, fisteq û nok e. Di destpêkê de em wan li ser êgir diqelînin, paşê dişînin aş wan dihêrin û şeva dawî ya rojiyê em dikelînin û dibin dêrê. Da ku tevahî kesên bi rojî wê bixwin. Taybet li ser vê xwarinê em rojiya xwe vedikin. Berê her malbatekê xwarina poxîn li gorî kesên mala xwe çêdikirin, lê anha hatiye guhertin, her çend malbat bi hev re çêdikin. Hinek malbat jî xwarinê çêdikin û li cîranên xwe jî belav dikin."
 
'Ji ber şer gelek aşûrî koç bûn'
 
Cemîlayê di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa şer û da zanîn ku eger aşûriyek jî bimîne wê vê rojiyê bigire û wiha pê de çû: "Em di pêvajoyeke pir giran re derbas bûn û dibin jî. Ewqas sal in em bi êrîşên cur be cur re rû bi rû tên.  Ji ber sedema şer bi hezaran aşûriyên herêmê koçî welatên derve bûn. Tevî wê jî aşûriyên ku hîn li Til Temir û gundewarên wê dijîn, çanda xwe didomînin,  hemû rojî û cejnên xwe jî pîroz dikin. Ji ber hilweşandin û rûxandina piraniya dêrê aşûriyan, li seranserî çemê Xabûrê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, malbatên ku rojiyê digirin, li Dêra Meryem El-Ezra ya Til Temirê li gorî rê û resman amade dibin û rojiya xwe bi dawî dikin."
 
'Bi hêvî me ku aşûriyên koç bûne, vegerin' 
 
Cemîlayê di dawiya axaftina xwe de ev daxwaz kir: "Ez gelekî bi hêvî me ku aşûriyên koçî welatên derve bûne, vegerin ser axa xwe û dîsa gundên xwe geş bikin. Xerîbî tu carî nabe derman. Cihê ku mirov lê ji dayik bûye, pêwîst e ku ji bîr nebe, lewra ez dixwazim ku aşûriyên ku derketine derveyî Sûriyeyê di demeke pir nêz de vegerin."