Jinên siyasetmendar: Em nahêlin tecawizkar li derve rehet bigerin

  • 09:14 27 Çile 2021
  • Rojane
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên Siyasetmendar ên Mêrdînê bertek nîşanî berdana bersûcê destavêtin Osman Çurdan û gotin: “Berdana Osman Çur encama polîtayên bê ceza hiştinê ye û rê li ber zêde bûna bûyerên bi vî rengî vedike. Lê em weke partî, sazî û komeleyên jinan em ê li dijî van polîtîkayên qirêj ên îqtidarê serî rakin û nehêlên tecawizkar li derve rehat bigerin"
 
Z.Ç. ya ku di 2’yê Tîrmeha 2020’î de ji Swîsereyê hatibû navçeya Qoserê ya Mêrdînê apê wê Osman Çûr dest avêtibûye.  Osman Çur ê ku girtî dihat darezandin di daneşîna yekem de li gel encamên DNA’yê ku eşkera dikin dest avêtiye Z.Ç. hatibû berdan û ji aliyê malbata xwe ve piştî hat tehliyekirin bi dahol û zurneyê hat pêşwazîkirin. Jinên Siyasetmendar ên Mêrdînê têkildarê buyerê ji ajansa me re axivîn û bertekên xwe anîn ziman.
 
‘Malbata Osman Çur gef li xwar kir’
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê Derya Dala, têkildarê buyerê wiha got: “Bi rojane Osman Çur ê ku bi awayekî bê hiqûqî hat berdan di rojevê de ye. Li gel encamên DNA’yê ku aşkera ye destavêtin kiriye hat tahliyekirin û bi dahol û zurneyê ji girtîgehê hat pêşwazîkirin. Ez ji Qoserê me û ji ber ku  min li ser medyaya civakî di derbarê buyerê de parvekirin kir malbata Osman Çur bi peyamên bi deng ku ji min re şandin gef li min xwarin. Bi van gefên ku dixwin dixwazin em li heber destdirêjî û destavêtina ku tê kirin bêdeng bimîn. Dixwazin denge me qut bikin.”
 
‘Li tirkiyê dad tune ye’
 
Derya wiha berdewam kir: “Em carek din bûn şahit ku li Tirkiyê dad tune ye. Êdî rexmê delîlan jî tecawuzkar tên berdan. Osman Çur ji bo vê tenê mînakek e. Lê em ê jin dadê bînin tirkiyê. Em ê bi têkoşîna xwe ya mil bi mil re bi ser kevin, ji van bêmafiyan re bêjin êdî bes e û em ê hesap ji kesên destdirêjî û destavêtinê bipirsin. Em ê bi rik peymanên weke peymana Stenbolê bidin pêkanîn û  em destûrê nedin ku tecawukar rehet nefesê bistîinin.”
 
‘Sedema destdirêjî û destavêtinê polîtîkayên îqtidarê ne’
 
Nalan Ozaydin a HDP’yî jî  di serî de bal kişand ser buyera rudaye û ev nirxandin kir: “Li Tirkiyê û bi taybet jÎ li herêma me buyerên weke tecawiz, tundî û destdirêjiya li dijî jin û zarokan gihiştiye asta herî jor. Em dizanin ku zêdebûna van jî bi polîtîkayên  îqtidara AKP’ê girêdayî ye. Polîtîkayên bêcezatiyê ji yek ji vanin ku Osman Çur mînaka vê ye. Osman Çur ê dest avêtiye birazaya xwe rexmê encamên DNA'yê ku bûyerê piştrast dikin hat berdan. Ev ji nêzîkatiya îqtidarê, hişmendiya rêvebir ya mêr û daraza ku bi hişmendiya mêr çawa dixebite dide nîşandan.”
 
‘Emê weke jinê HDP’yî li dijî wan li qadan bin’
 
Nalan got êrîşkar ji van biryarên bêcezatiyê hêzê digirin û wiha gotina xwe da berdewamkirin: “Li aliyekî Melek Îpek a ku  zarokên xwe û xwe parastiyê tê girtin lê Osman Çur ê buye sedema zarokek biçûk întîhar bike ji tê berdan. Ev tê wateya ku daraz mêr û hişmendiya wî diparêze. Lê em weke jinên HDP’yî soz didin ku em ê  desturê nedin vê yekê. Em ê şopdarên van dozan bin. Ango ji bo jinek din kêm nebe, ji bo peymanên Stenbolê bikevin meriyetê bi her awayî em ê weke HDP'ê li gel jinan bin û mafê xwe biparêzin. Em li qadane û em ê tim jî li qadan bin. ”
 
‘Îqtidar riyê ji êrîşkaran re vedike’
 
Çalekvan û berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA)  Eylem Amak jî bal kişand ser berdana Osman Çur û wiha axivî: “Osman Çur bi delîlên bi hêz dihat darizandin. Lê hat berdan û bi dahol û zirneyê li ber deriyê girtîgehê hat pêşwazîkirin. Z.Ç. ya ku tahliyeykirina bersuç Osman Çur bihîstiye ji xwestiye dawî li jiyana xwe bîne û întîahr bike. Berpirsyarên van yekan ji bê guman îqtidar û polîtîkayên wê yên ku pêş dixîne ye. Îqtîdar bi vî rengî rê li ber zêdebûna êrîşên li ser jin û zarokan vedike. Îqtidar bi polîtîkayên xwe yên bê cezatiyê  hêzê dide kesên êrîşkar û dest dirêjiyê dikin.  Kesên ku darazê jî rêve dibin şirîkê van sûcan e.”
 
‘Em destûrê nadin pêkanînên kirêt’
 
Eylemê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li herêmê buyerên destdirêjî û destavêtinê wekî ya Osman Çur ku pêk anî gelek diqewimin û ev tişt got: “Di demên dawîn de em hemû dibin şahidên destdirêjî, destavêtin û tundiyê. Lê li gel vê jî li aliyekî polîtîkayên êrişên taybet yên li ser herêma me zêde dibin û pêkeneanîna peymanên weke peymana Stenbolê jî dibin sedema zêdebûna van êrîşan. Li aliyekî jî diwazin van bûyerên kirêt bikin parçeyek ji jiyana me. Em cardin ji dibêjin em destûrê nadin van qirêtiyan û em ê hemû jin dest bi dest li dijî êrîşkaran û li dijî hişmendiya wan têbikoşin.”
 
‘Jin ne bi tenê ne’
 
Seroka Bazkê Jinan ya CHP’ê a Mêrdînê  Aygul Akkiliç jî têkildarê mijarê nêrîna xwe bi vî rengî anî ziman: “Em weke siyasetmendar û partî ji bo kesên destdirêjî û destavêtinê dikin werin cezakirin çi ji destê me bê em ê bikin. Ji ber  polîtîkayên îqtidara heyî buyerên bi vî rengî bêhtir rû didin. Li şuna ku ev bûyer werin astengkirin û bersûc bên cezakirin tên xelatkirin. Peymanên weke Peymana Stenbolê jî hewl tê dayîn ku ji holê bên rakirin. Gelo wê bi vî rengî çawa bikarin bibin asteng. Wê çawa  aramiyê di nava  civakê de ava bikin. Li dijî van polîtîkayên qirker em ê tim li qadan bin û li gel jinan bin. Jin ne bi tenê ne.”