‘Divê ji bo berdana girtiyên nexweş gav bên avêtin’

  • 09:04 27 Çile 2021
  • Rojane
COLEMÊRG - Rêvebera ÎHD’a Şemzînanê, Pinar Yilmaz binpêkirinên li girtîgehan tên jiyîn û pirsgirêkên ji ber Vîrusa Koronayê (covîd 19) pêk tên nirxand. Pinarê got: "Divê ji bo berdana girtiyên nexweş gav bên avêtin."
 
Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şemzînanê Pinar Yilmaz der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehan û pêvajoya pandemiyê ya li girtîgehan de nirxandin kir.
 
‘Divê ji bo berdana girtiyên nexweş gav bên avêtin’
 
Pinar Yilmaz da zanîn ku li girtîgehan binpêkirina maf heye û tecrîdek li ser hemû girtiyan heye û her wiha got nexweşiya covîd-19 jî wek çek li hember girtiyan hatiye bikaranîn. Pinar wiha pê de çû: “Li girtîgehan di mijara xwegîhandina dermanan de pirsgirêk tên jiyîn. Li nexweşxaneyan, revîran kêmasiya bijîşk û xebatkarên tenduristiyê heye. Mînak girtiyên daxwaznamê didin revîrê û 20 rojan dipên hene. Ev girtî nexweş in. Êdî li hemû girtîgehan nexweşxaneyên taxê hatine avakirin û bi taybet li herêma Wanê çûyîn û hatina taxê dibe binpêkirina maf, girtî bi saetan bi kelepçê tên sekinandin, beriya jimartina sibehê dibin û heta êvarê didin sekinadin. Di rîngê de tên sekinandin. Ev bi tena serê xwe tecrîd e. Li girtîgehan êdî pirsgirêkên cidî pêk tên û girtî di bin rîskê de ne. Baş nayên dermankirin, xwarina wan nebaş e. Ev grev niha lê zêde bû. Ji ber vê jî binpêkirinên mafan yên cidî hene. Komîsyonek ku wezareta dadê, ÎHD û ÇYD’ê ava kiribû heye. Bangek kiribûn. Em jî ji vir bang dikin. Divê wezareta dadê demildest bi girtiyan re hevdîtinê bike û ji bo grevan muzakereyê bike û grev bi dawî bin. Ger ku li girtîgehan mirin çêbibin tu wateya wê namîne. Mirin çêbibin ev wê bibe şerma mezin a Tirkiyeyê. Ji ber vê jî divê demildest hevdîtin pêk bê û di pêvajoya pandemiyê de şert û merc bên başkirin û di alî berdana girtiyên nexweş de pêngav bên avêtin.”
 
‘Li vir rêbazên min derbasdar in’
 
Pinarê destnîşan kir ku li girtîgehan pirsgirêka hiqûqî heye û ev tişt anî ziman: “Sedema destpêkirina grevan jî hiqûq e. Biryarên Tirkiyeyê girtîne li dadgehan esas nayên girtin. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa girtine li Tiriyeyê esas nayên girtin û ji ber vê jî gelek binpêkirinên mafan yên cidî tên jiyîn. 4 meh berê ez jî di girtîgehê de bûm. Me jinan ji bo wezareta dadê nameyek nivîsî. Me di nameyê de zextên li girtîgehan, pêkanînên kêfî yên gardiyanan nivîsî. Piştî vê midûr hat got ‘we ez gilî kirime, min nameye we xwend, mafê we yê demokratîk e ku hûn min gilî bikin û ez ê nameya we bişînim. Lê li qisûra min nenêrin li vir rêbazên min derbasdar in.’Ev jî vê nîşan dide ku bi rastî jî hiqûq pêk nayê.”
 
‘Her tim bi ser koguşan de digirin’
 
Pinarê bi lêv kir ku ji li girtîgehan ji koguşên cuda li hember koguşên jinên siyasî her tim êrîş pêk tên û parçeyên fayansê, pîlan davêjin û destdirêjiyê dikin. Me ji îdareyê re got, gotin wê fîleya masiyan bikşînin. Ligel vê hewl tê dayîn ew jin bên tecrîdkirin.Dema fîleya 10 metrekare bê kişandin bi giştî roj û têkiliya bi cîhanê re tê birîn. Heta ku rêbazên cuda pêk neyên û hiqûq pêk neyê wê binpêkirin hebin.Li Tirkiyeyê pergaleke hiqûqê heye. Di hiqûqê de her kes wekhev e. Divê demildest pêk bê.”
 
‘Girtiyên nexweş di bin rîskê de ne’
 
Pinarê balkişand ser girtiyên nexweş û got ji ber pandemiyê ji bo girtiyên siyasî tehliye nehatiye dayîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li girtîgehan girtiyên nexweş di bin rîskê de ne. Ji ber covîd -19 ev rîsk girangirt bûye. Ev ji aliyê rêveberiyên girtîgehê ve cuda tê bikaranîn. Gelek tiştî nadin hundir. Alavên paqijiyê kêm tê dayîn. Gelo wê nexweş çawa dezenfekte bibin. Gelek tişt tên qedexekirin. Carna bi mehan girtî nikarin xwe bigihînin hewcedariyên sereke û sebzeyan. Bijîşk her tim dibêjin ku divê xwedîkirinek baş hebe, hawirek paqij hebe. Ev ji bo parastina ji Vîrusa Koronayê pêwist e. Îro li derve nexweşekî Vîrusa Koronayê dikare bi rojan di beşa giran de bimîne. Lê yên girtîgehê pozîtîf bin jî di koguşên 15-20 kesî de dimînin. Ji vê re jî dibêjin karantîna. Divê di pêvajoya covîdê de tedbîrên pêwist bên girtin, şert û merc bên başkirin û dezenfektan bê dayîn.”