Jina do hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da

  • 08:58 27 Çile 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeya  Mîdyadê Şeyhmûs A. ji ber nelihevkirina mîrasê jinbira xwe û 2 biraziyên xwe birîndar kiribû. Esma A. (36) duh di saetên dereng de jiyana xwe ji dest da.
 
Li  gundê Çavusluya navçeya Mîdyada Mêrdînê, Şeyhmus A. (51) ji ber nelihevkirina li ser mîrasê xwest jinbira xwe Fahriye A. (59) û du biraziyên xwe yên bi navê Esma A. (36) û T.A (27) qetil bike. Di encama êrişa bi çek de her sê ji bi awayek giran birîndar dibin û li gûrî agahiyên hatine girtin Esma A. duh di demjimêrên dereng de li nexweşxaneya ku hatiye rakirinê de jiyana xwe ji dest da.
 
Xeteriya jiyana Fahriye û keça wê hîna berdewam dike.