Ciwanên Şengalê gefên dewleta tirk şermezar kirin

  • 17:12 26 Çile 2021
  • Rojane
 
ŞENGAL - Tevgera Ciwanên êzidî li dijî gefên dewleta tirk daxuyaniyek dan û gefên dewleta tirk şermezar kriin. 
 
Tevgera Ciwanên Êzidî, li Şengalê li dijî gef û pilanên qirêj ên dewleta tirk û hevkarên daxuyaniyek dan. Ciwanan diyar kir ku  ew ê ji bo planên dewletat tirk vala derxînin her li ser piyan bin.  
 
Daxuyanî li ser navê Tevgera Ciwanên Êzidî ji alıyaê ciwanê bi navê Salim Dawid ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Di seri de em weka ciwanin êzidi li hevkirina dewlta tirk, Bexda u Hewlirê şermezar dikin. Em listikên  li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin û bila dewleta tirk baş bzanibe ku em weke şêniyên Şengal ticarî li dijî ji gefinên ku li me dikin gavê paşve navêjin. 
 
Em weke ciwanin êzidî çi ji me bê xwestin em ê bikin û ticarê seri ji dewleta tirk û hevkarin wê re danayinin. helwesta me ciwanin êzidî zelale.  Em hertim amada ne ku di nava tekoşînê de bin. Bila dewela tirk Û hefkarin wÊ baş bizanbin ku pewstiya şêniyên Şengalê tu kesî tune ye û em bi xwe ji heza xwe roj bi roj hezê digrin.  Em ê hertim li di nav tevgerê de bin.  Pişti fermanê şêniyên Şengalê sazê û dezgehin xwe avakirine û wê heta dawî jî di berxwedanê de bin. .Dema ku dewleta tirk berê xwe bide Şengalê em weka ciwan em ê li hember bisekinin û çi pewst bika em ê li hember derkvin. 
 
Bangwaziya me weke ciwanên êzidî ji hemu şêniyên Şengalê re ye ku hertim di nav tevgerê de bin û rexstin û heza xwe mezintir bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşlma, "Biji Berxwedana Şengalê" bi dawwî bû.