Li Hesekê bi dijwariya 5.2 erd hejiya

  • 15:23 26 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dijwariya 5.2 erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye.
 
Li bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dijwariya 5.2 erd hejiya.  Di encama erdheja ku saet di 13.02 de li binê erdê bi 11,75 kîlometreyî pêk hat de tu kesî zerar nedît.
 
Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku erdhejê xwe li bajarên Mêrdîn, Amed û Êlihê jî daye hîskirin.