Şêniyên Helebê komkujiya Til Rifetê şermezar kirin

  • 14:59 26 Çile 2021
  • Rojane
 
HELEB - Şêniyên bajarê Helebê li dijî komkujiya Tir Rifetê û êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Şehbayê meşek girseyî li dar xistin. 
 
Di dîroka 23’yê Çileya 2021’an de careke din dewleta tirk navçeya Til Rifetê ya Kantona Şehba tobaran kir.  Di encama vê topbaranê de hejmarek ji sivîlan di nav de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan. Li dijî vê komkujiyê bi pêşentiya Meclîsa Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û bi dirûşma ”Em ê ji kujerên zarokên Efrînê tol hilgirin” Şêniyên bajarê Helebê daketin qadan û meşek li dar xistin. Di meşê de şêniyên bajarê Helebê, endamên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wêneyên sivîlên komkujiyan Til Rifetê û alê Kongreya Star hatibû hildan. Meşê ji taxa şêx Meqsûd dest pê kir û li Çerxerêya Şehîd Gulê Selmo rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Desteya Rêveber Îlham Ehmed axaftin kir.
 
‘Bûyerên komkujiyê ji hevdu ne qut in’
 
Îlhamê komkujiya Til Rifetê ya di derheqê sivîlan de şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di serî de em sersaxiyê ji malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane dixwazin. Zarokên ku bi vî şêwazî hatine şehîdxistin tola wan li erdê namîne. Ji bo ku em mafê xwe bi dest bixin û heqîqet eşkere bibe wê her dem têkoşîna me di asta herî jor de dewam bike. Beriya çend rojan jî li bajarokê Til Şayirê ya navçeya Deşîşa du jin ji aliyê hin komên DAÎŞ’ê ve hatin revandin û qetilkirin. Ev bûyer ji hev ne qut in, dijminên me di hemû aliyan de li ser me li hev kirine. Bi armanca ku vîn û rêxistina me biçûk bixin, êrîşî me dikin. Dixwazin çavên gelê me bitirsînin. Lê bila tu carî nebêjin ku em ê ji armancên xwe vegerin, rojên me û jiyana me wê her têkoşîn be.”
 
Meş bi dirûşma ”Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.