Du jinên HDP'yî hatin binçavkirin

  • 11:49 26 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Li Amedê, di serdegirtinên malan de polisan endama MYK’a HDP’ê Sevîm Akdag û Narîn Donmez hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve li dijî endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) hatiye destpêkirin de li 6 bajaran biryara binçavkirina gelek kesan hat dayîn. Di çaroveya operasyonê de di saetên serê sibehê de polisan li navçeya Farqînê bi ser mala Narîn Donmez û li navçeya Peyasê jî bi ser mala endama Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya HDP’ê Sevîm Akdag de girtin û ew binçav kirin. 
 
Hat hînbûn ku wê polis ji bo lêpirsînê Sevîm û Narîn bibin Enqereyê.