Şandeyek ji Tevgera Azadî seredana Mexmûrê kir

  • 11:38 26 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Şandeyek ji Tevgera Azadî seredana wargeha Mexmûrê kirin û destpêkê çalakvanên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin û piştre jî seredana malbatên ku hefteya borî zarokên wan di qezayê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne kirin.
 
Şandeyek ji Tevgera Azadî hatin Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr). Şandeyê destpêkê li Saziya Malbatên Şehîdan çalakvanên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin û piştre jî çûn seredana malbatên ku hefteya borî zarokên wan di qezayê de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.
 
Şandeya Tevgera Azadî ji Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah, Cîgirê Tevgera Azadî Nerîman Ehmed, Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniya Şehên Mihemed, Endamê Tevgera Azadî Mam Hadî Omer, Endama Tevgera Azadî Hedye Hesen, Endamê Dîwana Komelayetî Azad Mehmud û Endama RJAK’ê Leyla Xan Elî pêk dihat. 
 
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulla derbarê seredana şandeyê de axivî û got: "Me dixwest em hîn zûtir seredana xwe pêk bînin, lê ji ber hinek kar û astengiyan me ne karî. Me xwest seredana çalakvanên di grevê de bikin û ji ber vê yekê em keyifxweşin. Berxwedaniya ku li vir tê kirin çalakiyek pîroze ji ber ku ji bo azadiya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo rênîşanderê vê têkoşînê ye. Divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo li tevayî cîhanê were xûrtkirin. Wek Tevgera Azadî em çalakiya we ya greva birçîbûnê silav dikin û serkeftinê dixwazin.”
 
Li ser navê çalakvanan jî Hisên Kara wiha axivî: "Ev zêdetirê 20 sal in ku tecrîdek giştî li ser Gelê Kurd heye. Ji bo vê jî êdî dem hatiye ku em vê tecrîdê bişkênin. Ji bo vê jî ji gotin zêdetir pêwîste em têkoşîn bi pratîk bikin û xeta rumetê biparêzin. Bi xûrtkirina yekitiya xwe wê me zûtir bigihijîne azadiya Serokatî. Wek koma çalakiyê ya 20’emîn em gelek spasiya we dikin ku we serdaname kir." 
 
Şandeyê piştî seredana çalakiyê ji bo sersaxiyê seredana malbatên ku zarokên wan di qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest dayîn û birîndar bûyîn kirin. 
 
Hevseroka Tevgera Azadî ya Silêmaniya Şehên Mihemed di seredana malbatan de axivî û got: "Cara yekeme ku derfetek wiha ji bo min çêdibe ez seredana gelê xwe yê wargeha Mexmûr bikim. Bê guman gelê Mexmûr gelekî berxwedêre û tu carê serê xwe ne tewandiye. Hefteya borî bûyerekî dilgiran ya trafîkê rûda em gelek pê xembar bûn. Li ser navê Tevgera Azadî em sersaxî ji hemû malbatên xwe re dixwazin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin."