Malbata Gulîstan Doku eqûbeta keça xwe ji serok komar pirsî

  • 10:23 26 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Gulîstan Doku eqûbeta keça xwe ji Serok Komar Tayyîp Erdogan pirsî.
 
Ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ya ji 5'ê Çileya 2020'î ve hat windakirin tu agahî nayên bidestxistin. Lêpirsîna derbarê windabûna gulîstanê de berdewam dike. Di rojên borî de zirbavê Zaînal Abarakov ê ku ji windabûna Gulîstanê berpirsiyar tê dîtin Engîn Yucel di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin ji polîstiyê hat îxrackirin. 
 
Malbata Gulîstanê ku ji salekê zêdetir e ji bo dîtina wê têkoşînê dide berî vê çûbû Enqerê û bi Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Solu re hevdtîin kiribû. Hat diyarkirin ku malbatê vê carê jî bi Serok Komar Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo salvegera erdheja Xerpêtê hatibû bajêr re hevdîtin kiriye.
 
Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî yên herêmê hatin girtin dayika Gulîstan Doku Bedriye Doku û bavê wê Halît Doku, bi rêya Waliyê Dêrsim Mehmet Alî Ozkan bi serok komar re hevdîtin kirin û xuşka wê Aygul Doku jî bi rêya telefonê tevli hevdtîinê bûye. 
 
Xuşka Gulîstanê Aygul Doku derbarê hevdîtinê de agahî dan û got, " Me ji serok komar re got ku cihê Gulistanê Zaînal dizane û divê biaxive. Serok komar jî got ku di çarçoveya hiqûqê de tişta ji destên wî bê wê bike û got ku ew ê li ser mijarê bisekine."