Çalakiya greva birçîbûnê koma 13’emîn dewr girt
- 09:35 26 Çile 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, îro koma 13'emîn dewr girt û grev ket roja xwe ya 61'emîn.
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin îro koma 13'emîn çalakî dewr girt û çalakî ket roja 61'emîn.