Hevserokên Esenyurtê disa hatin binçavkirin

  • 09:20 26 Çile 2021
  • Rojane
STENBOL - Hevserokên navçeya Esenyurtê Dîlan Kiliç û Ercan Saglam careke din hatin binçavkirin.
 
Hevserokên navçeya Esyenyurtê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dîlan Kiliç û Ercan Saglam, hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku biryara binçavkirina hevserokan ji aliyê dozgeriyê ve hatiye dayîn û li malên hevserok lê ahtine binçavkirin lêgerîn jî hatiye kirin. Nehat zanîn ku hevserokên hatine binçavkirin birine kîdarê. 
 
Hêjayî gotinê ye ku roja Yekşemê bi hinceta posterên Abdullah Ocalan bi ser avahiya navçeyê de hatibû girtin derî hatibû şikandin û li avahiyê lêgerîn hatibû kirin. Piştî serdegirtinê Hevserokên navçeyê jî hatibûn binçavkirin û di heman rojê de piştî îfadeya wan li dozgeriyê hatibû girtin serbest hatibûn berdan.