'Serkeftina Kobanê bû hêviya tevahî gelan'

  • 09:15 26 Çile 2021
  • Rojane
Dilûcan Bozî
 
KOBANÊ - Emîra Mihemed Elî ya yek ji şahidên berxwedana Kobanê ye, di derbarê 6’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ'ê de wiha got: "Me li ser vê axê bedelên giran dane, ji ber vê yekê em qebûl nakin ku dewletên serwer an jî hêzên tarî welatê me dagir bikin. Şervanan erka xwe ya rizgarkirin û parastina Kobanê bi cih anîn."
 
Çeteyên DAIŞ’ê di 17’ê Îlona 2014’an de ji sê aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê kirin. Bê guman sînorê dewleta tirk jî li pêşiya van çeteyan vekirî bû. Di encama şer de bajarê Kobanê û 366 gundên wê hatin talankirin. Her wiha hemû rêbazên dermirovî tê de qewimîn û ji sedî 75 bajar hate rûxandin. Ji ber dijwariya hovitiya çeteyên DAIŞ'ê gel neçar ma ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, hinek ji wan derbasî Herêma Cizîrê bûn û hejmareke kêm ji malabtên Kobanê di navenda bajar de man. Hin ji malbatên Kobanê di gundê Til Şiyrî yê li ser sînorê Kobanê de man û piştgirî didan şervanên YPJ/YPG’ê. Tevî ku çekên giran di dest şervanan de tunebûn, lê şervanan bi hêz û vîneke mezin li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê berxwedana sedsalê dan meşandin. Li dijî hovîtiya çeteyan şervanên YPJ/YPG’ê bi biryardariyeke mezin li ber xwe dan. Piştî 134 rojan ji berxwedana sedsalê di 26'ê Çileya 2015'an de Kobanê bi ser ket. Kobanê bû weke ezmûna yekemîn a têkçûna DAIŞ’ê. Çeteyan nizanîbû ku wê dawîanîna wan ji Kobanê dest pê bike.
 
Bi boneya 6’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ’ê Emîra Mihemed Elî nirxandin kir û ji me re parve kir.
 
'Şerekî dîrokî li Kobanê qewimî'
 
Emîrayê di destpêka axaftina xwe de 6'emîn salvegera rizgarkirina Kobanê li têkoşerên azadiyê, şervanan û li gelê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û wiha got: "Dema em behsa şerê Kobanê yan berxwedana wê bikin, divê em ji sala 2013'an ve dest pê bikin, ji ber bingehek wê hebû. Wê demê bi navê terorîstên bi navê Cebhet El-Nûsra êrîşî kantona Girê Spî kirin, paşê dest bi êrîşkirina gundewarên wê kirin. Yekem armanca çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk qutkirina hersê herêman Kobanê, Efrîn û Cizîrê ji hevdu bû. Dema çeteyan xwestin êrîşî Kobanê bikin yekser bajar dorpêç kirin, ji bo wê hejmarek ji şervanan xwe kirin mertal da ku çete derbasî bajar nebin û bajar neyê dagirkirin. Rast e şerê ku li Kobanê hat kirin bi giştî bû, lê bi pêşengtiya jinan dihat meşandin mîna şehîd Zozan, Viyan, Zehra, Arîn, Bêrîtan û gelek şervanên ku li dijî çeteyan xwe kirin mertal. Li tepê Dolê şehîd Zazona û hevalên wê çalakiyên fedayî kirin, her wiha rêhevala me Viyan jî li Rojavayê Kobanê li cihê Radyo xwe di tankeke çetayan de teqand. Van têkoşeran digotin hewce bike em ê canê xwe ji bo Kobanê bidin. Heta roja îro jî dengê wan hevalan ji guhê me dernakeve. Ez bûm şahida şerê Kobanê, min di nexweşxaneyê de birînên şervanan derman dikirin û li aliyekî din parastina Kobanê dikir. Her çendî birînên şervanan giran bûn jî, lê dîsa jî li berxwe didan. Yek peyv hebû ew jî wê  Kobanê nekeve bû, hertim dirûşma wan ev bû berxwedan jiyan e."
 
'Şervanan bi israr û bi vîneke mezin li berxwe dan'
 
Emîrayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Şervanên YPJ/YPG’ê tevî ku çekên giran di dest wan de tune bûn, lê bi israr û bi vîneke mezin li hember çeteyan li ber xwe dan û wiha pê de çû: "Têkoşîna şervanan hişt ku Kobanê bibe sembola berxwedanê. Gelê Kobanê bi şervanên YPJ/YPG’ê bawer bûn ku wê di demeke nêz de Kobanê rizgar bikin. Ew soza ku şervanan dabû gel pêk hat, her çiqas em behsa berxwedana Kobanê bikin jî, lê em ê heqê wê nedin, ji ber bi gotinan mirov nikare wê berxwedanê bîne ziman. Bi qasî 3 heta 4 malbatan di hundirê Kobanê de man, hebûna wan hişt ku serkeftin mîsoger bibe. Me moral ji dayikên ku ji şervanan re xwarin amede dikirin û malbatên ku li gel me mabûn, digirt. Her kesî xwe berpirsiya didît. Her çendî bajar hat dorpêçkirin û şer giran bû jî, lê israra me ji ya çeteyan xurtir bû. Her di nava demekê de Erdogan digot Kobanê ket wê bikeve, lê şervanan bi hemû hêz û vîna xwe dagirkerî têk birin û xeyalên Erdogan bi ser neketin. Zehmetî gelek bûn, lê ruxmê wê jî şervanan li ber xwe didan."   
 
'Serkeftina Kobanê bû hêviya tevahî gelan'
 
Emîrayê di nava axaftinên xwe de qala şerê çeteyan li gel sînor kir û wiha domand: "Êdî çeteyan dîtin ku vîna şervanan ji ya wan xurtir e û nikarin Kobanê dagir bikin, wê demê dewleta tirk li ser sînor alîkariya wan dikirin û çete derbasî Kobanê dikir. Li Rojhilat û Başurê Kobanê êdî şer giran bû, wan dixwest êrîş bikin, da ku Kobanê di her çar aliyên wê de bixin destên xwe. Li ser sînorê Bakurê Kurdistanê dewleta tirk bi tankan çete derbas dikirin, êdî me amedekariyên xwe dikir ku em çawa nehêlin çete ji aliyê tirkiyeyê ve derbasî Kobanê bibin.  Çembera çeteyan Kobanê dorpêç kirin, şervana bi wî rihê berxwedaneke mezin kirin. Kobanê bajarekî biçûk bû tu kesî nas nedikirin, lê bi saya berxwedana ku tê de hatiye kirin bi nav û deng bû. Di şerê Kobanê de tevahî ciwan ji deverên cuda  hatin û tevlî berxwedana Kobanê bûn. Me dît çawa Gelê Kurd di berxwedana Kobanê de yekîtiya xwe xurt kirin û xwedî li Kobanê derketin. Gelên Bakurê Kurdistanê bi me re bûn alîkar û di her alî de alîkarî pêşkêşî me dikirin. Rast e di Kobanê de bi sedan zarokên me canê xwe feda kirin û bi xwîna xwe Kobanê ji DAIŞ’ê paqij kirin,  lê îroj gelê me bi aramî û aştî dijîn.  Her çiqas êrîş li ser herêmê hebin jî wê careke din dewleta tirk û çeteyên wê derbasî ser axa Kobanê nebin. Serkeftina Kobanê bû hêviya tevahî gelan."
 
'Tilîliyên şervanên YPJ'ê hişt ku Kobanê bi ser keve'
 
Emîrayê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku şervanan ji şer zêdetir moral didan hevdû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Destekdayina gelê Bakurê Kurdistanê ji me re bû hêz, bi taybet dema ku gel li ser sînorê Pirsusê nobet digirtin, ew bi xwe moralekî herî mezin bû. Gelê Bakur em bi tenê nehiştin kêlî bi kêlî bi me re bûn. Hertim di mewziyên şer de tilîliyên şervana bilintir bûn, tu carî tilîliyên şervanan nehatin rawestandin. Şûna ku birîndar behsa jana xwe bike digotin Kobanê wê bi ser keve, bi wî rihî Kobanê ji çeteyan hat rizgarkirin. Serkeftina Kobanê bû tolhildana jinên Şengalê. Tilîliyên şervanên YPJ'ê hişt ku hêza çeteyên DAIŞ'ê bê şikandin. Hêviya her kesî ew bû ku Kobanê bi ser keve û çeteyên DAIŞ'ê bi bin keve."