'Em ê li dijî zihniyeta qetil dike têkoşînê bidomîne'

  • 09:13 26 Çile 2021
  • Rojane
Ronîda Hacî / Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Jinên Hesekê têkildarî qetilkirina Hevseroka Meclîsa bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr wiha gotin:"Bi qetilkirina jinan wekheviya gelan û îradeya jinan hedef tê girtin. Em ê li dijî zihniyeta qetil dike têkoşînê bidomîne."
 
Hevseroka Meclîsa bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyê DAÎŞ'ê ve ji Til Şayirê hatin revandin û bi rengekî hov hatin qetilkirin. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Kantona Hesekê Semer Abd El-Ilah û Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê Sena Xerîb,  nirxandin kir.
 
'Em ê li mîrate û keda jinan xwedî derkevin'
 
Semerê da zanîn ku hedefgirtina jinên ji pêkhateyên ereb hedefgirtina wekheviya gelan, proja Netewa Demokratîk, îradeya jinê ye û wiha pêde çû:"Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jina kurd pêşeng bû, ji bo azadiya tevahî jinan xwedî roleke çalak bû. Jinên pêkhateyên ereb piştî ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û azadiya xwe bi dest xistin, xeta berxwedanê hilbijartin û xwe bi rêxistin kirin. Îro hedefgirtina Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr ku banga wekheviya gelan dikirin û ji bo bi rêxistinkirina jinên ereb xebat didan meşandin, tê wateya hedefgirtina projeya Netewa Demokratîk. Di şexsê jinan de dixwazin derbeyekê li vê projeyê bixin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê li mîrate û keda jinan heta roja îro parastiya xwedî derkevin. "
 
'Em ê li dijî zihniyeta qetil dike têkoşînê bidomîne'
 
Semerê bal kişand ser berdewamkirina têkoşîna jinan û wiha dom kir: "Jin beşdarî hemû qadên xebatê bûn, roleke çalak di civakê de lîstin, li dijî zîhniyeta desthilatdar û zîhniyeta baviksalarî têkoşiyan. Lê belê tevî vê berxwedan û têkoşîna ku li seranserî cîhanê deng vedaye, hîn jî jin tên kuştin, revandin, tundî û hemû cureyên êrîşan li wan tên kirin. Komkujiya Parîsê, hedefgirtina Dayika Eqîde, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel êrişên li ser keda jinê ne. Zihniyeta baviksalarî bi rengekî hovane jinan qetil dike. Herdu jinên pêşeng di avakirina kesayeta jina ereb de xwedî rol û mîsyon bûn û erka xwe heta dawiyê bi cih anîn. Em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin û em ê xebatê wan bigihînin serî. Bi qetilkirina jinan wekheviya gelan û îradeya jinan hedef tê girtin. Em ê li dijî zihniyeta qetil dike têkoşînê bidomîne."
 
'Ji ber serkeftinên jinan zêde bûn, êrîş li wan tên kirin'
 
Senayê qetilkirina herdû jinan şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Jinên ku di civakê de xwedî rol bin û pir çalak bin ji aliyê terorîstan ve rastî êrîşan tên. Armanca êrîşên ku li dijî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên, şikandina vîn û hêza jinên birêxistinkirî ne. Jinên ereb dikarîbûn di sala 2020'an de di asta leşkerî, siyasî û di rûniştandina sîstema hevserokatiyê de roleke berbiçav bilîzin. Gavên pir girînig jinên ereb avêtin û ew koletî veguherandin şerê têkoşîna ji bo naskirina nasnameya xwe. Jinên ereb ji aliyê gelek hêz û şaneyên razayî yên DAIŞ'ê ve, rastî êrîşên pir hovane hatin. Ji ber ku jinan sala 2020'an kirin sala serkeftinê, êrîşî wan kirin."
 
'Duh Hevrîn û Zehra bûn, îro jî Sada û Hindê ne'
 
Senayê destnîşan kir ku ev ne cara yekemîn e jinên herêmê rastî polîtîkayên qirkirinê tên û wiha domand: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ev ne cara yekemîn e ku jin rastî komkujî û êrîşên bi vî rengî tên. Duh qetilkirina Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Emîne Omer û Hebûn a ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve bû, îro jî Sada û Hind ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Armanca van kiryaran pûçkirina rola jinê ya di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ye. Jinan di Şoreşa Rojava de rengê xwe derxistin holê û bûn hêza çareseriyê. Di asta yekemîn de dewleta tirk û hevkarên wê jina birêxistinkirî, têkoşer û berxwedêr ku di civakê de xwedî rol û misyoneke pir girîng e, hedef digire. Em ê ji berê zêdetir têbikoşin û armancên rêhevalên xwe pêk bînin. Meşa ku wan dabû destpêkirin, em ê dewam bikin û bigihêjînin serkeftinê. Em jinên xwedî vîn in"