'Zarokên me ne texteyên ceribandinê ne'

  • 09:11 26 Çile 2021
  • Rojane
AMED - Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Zuhal Sezer derbarê newekheviya di perwerdehiyê de tê jiyîn nirxand û got: “Zarokên me ne texteyên cerebandinê ne. Bila li gorî xwe biryaran nedin.”
 
Yek ji qadên ku herî zêde ji pêvajoya pandemiyê bi bandor bû, qada perwerdê bû. Çawa ku li Tirkiyeyê vîrûs derket holê di qada perwerdê de gelek guherîn hat kirin. Bi guherînan li şûna ku pêşî li vîrûsê bigirin, berovajî vê zêdetir pêşî li vîrûsê vekirin û newekheviya di perwerdehiyê de zêde bû. Yek ji newekheviya hat jiyîn perwerda onlîne bû û mixabin derfetê hemû xwendekaran çênebû ku xwe bigihînin perwerdê.
 
Hevseroka Şaxa hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Zuhal Sezer derbarê newekheviya di perwerdehiyê de tê jiyîn û her wiha mijara ku hinek ders ji aliyê îdareyên dibistanê ve tê hilbijartin de nirxandin kir.
 
Zuhalê diyar kir ku dibistan nêzî mehekê vekirî man û di vê pêvajoyê de vîrûs zêdetir belav bû û hikûmet dibistan bi ‘înşallah’ û ‘maşellah’ vekir. Zuhalê ev tişt got: “Îro dixwaze bi heman rêbazê dîsa dibistanan veke. Hikûmeta dibêje ‘em ê dibistanan vekin û li tabloyê binêrin’. Ev jî tê wateya ku wê bûyer zêde bibin. Di vê mijarê de em dibêjin ku ne xwendekar, ne malbat û ne jî mamoste ne texteyên cerebandinê ne.”
 
‘Divê tedbîr bên girtin’
 
Zuhalê, destnîşan kir ku di pêvajoya ku dibistan vekiribûn de bûne şahid ku ji bo mamosteyan rûpûş, dezenfektan û hejmara kadroya mamosteyan nehatiye çareserkirin û got: “Mixabin hikûmet niha jî bi planek cuda nayê. Hedefa wan ev e ku ast bi ast dibistanan vekin. Em jî dixwazin perwerda rûbirû bê destpêkirin. Lê divê tedbîr bên girtin.”
 
Zuhalê da zanîn ku hîn dersên hilbijarte ji aliyê îdareyên dibistanê ve tên hilbijartin û vê mijarê wiha nirxand: "Lê divê ev ders li gorî aliyên jîr yên xwendekaran bê tercîhkirin. Lê îdareyên dibistanan ji bo xwendekaran sê dersên hilbijarte ferz dikin. Îdare li gorî îdeolojiya xwe diyar dike. Li ser xwendekaran zextên cidî hene ku dersên olî tercîh bikin. Malbatên zarokan diyar dikin ku dema îtîraz dikin jî rastî gotina ‘hûn neçarin van dersan yekê tercîh bikin’ tên. Em li komara Tirkiyeyê dijîn. Em li welatekî mêtînger najîn. Ev pêkanîn wisa ancax li welatên mêtînger tên jiyîn.”
 
'Ji 18 mîlyon tenê 6 mîlyon xwendekar ji EBA’yê fêde digirin'
 
Zuhalê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser dersên hilbijarte û got: “Divê dersên hilbijarte ji xwendekar û malbatan re bê hiştin. Li her derê Tirkiyeyê xwendekarên ji perwerda onlîne nikarin fêdeyê bigirin hene. Xwendekarên mexdûr hene. Li Amedê ji 500 hezar xwendekarî 200 hezar heb xwendekar yek saniyekê ji EBA’yê fêde negirtine. Li seranserê Tirkiyeyê 18 mîlyon xwendekar hene û tenê 6 mîlyon ji EBA’yê fêde digirin. Ger îro hikûmet nikaribe xwe bigihîne xwendekaran ev kêmasiyek mezine. Li gundan pirgirêka înternetê heye. Divê berpirsyariya vê li gel û xwendekaran neyê barkirin. Divê dewlet xizmetê bide. Bêguman em jî perwerda rûbirû dixwazin. Lê divê tedbîr bên girtin. Wekê din jî wê jiyan zarokan bikeve rîskê. Mafê kesî jî tune tiştek wisa bike.”