'Jinê bi avabûna Rêveberiya Xweser mohra xwe li dîrokê da'

  • 09:06 26 Çile 2021
  • Rojane
Rûperîn Bekir
 
ŞEHBA - Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd salvegera heftemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser  nirxand. Hêvînê wiha got:"Hemû pêkhateyan û bi taybet jinê cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de girtin. Jinê bi avabûna Rêveberiya Xweser mohra xwe li dîrokê da."
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21'ê Çileya 2014'an de cara ewil li herêma Cizîrê hate damezrandin. Di 27'ê Çileya 2014'an de li Kobanê û di 29'ê Çileya 2014'an de li Herêma Efrînê hate damezrandin. Bi damezrandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hemû pêkhateyên ku li herêman dijîn tevlî pergalê bûn. Her wiha di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hevserokatî bingeh hat girtin. Jinê  di damezrandin, kar û xebatên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêşengtî kir. Di derbarê salvegera heftemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser û rola wê ya di nava civakê de Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd nêrîna xwe parve kir.
 
'Aloziya li Sûriyeyê her ku diçe mezin dibe'
 
Hêvînê aloziya Sûriyeyê ya di sala 2011'an de dest pê kiriye nirxand û wiha got:"Aloziya Sûriyeyê di sala 2011'an de dest pê kiriye û heta roja îro jî ev alozî dom dike. Alozî li Sûriyeyê her ku diçe mezintir dibe, ji ber ku gelek dewletên Ewropî jî ji bo berjewendiyên xwe di nava axa Sûriyeyê de ne. Niha gelên Sûriyeyê 9 sal in di nava şerekî mezin de ne û di nava wan de Gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreşa xwe pêk anî û pêşengtiya şoreşê jî jin dike."
 
'Jinê bi avabûna Rêveberiya Xweser rola sereke leyîst'
 
Hêvînê bal kişand ser rola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand:"Piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yekser projeya Rêber Apo ku ji bo civak û bi taybet ji bo jinan pêşkêş kiriye, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di sala 2014'an de li herêma Cizîr, Kobanê û Efrînê hat damezrandin. Bi pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gel xwe bi rêxistin dikin û li hember desthiltdaran destkeftiyên xwe diparêzin. Bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hemû pêkhate bi taybet jin cihê xwe tê de girt û rola herî sereke leyist û mohra xwe li Şoreşa Rojavayê Kurdistanê da."
 
'Rêveberiya Xweser wekheviyê esas digire'
 
Hêvînê di domandina gotina xwe de da zanîn ku pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her ku çû xwe berfirehtir kir û wiha pê de çû: "Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li tevahî cîhanê bi nav û deng bû. Piştî ku qadên mîna Reqa, Tebqa, Minbic û Dêra Zor ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin yekser li wir jî hate damezrandin. Rêveberiya Xweser tucaran yek dewlet, yek ol û yek zimanî napejirîne, berovajî vê yekê pirrengiyê dipejirîne û li gor pêkhateyan xwe saz dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê dike armanca xwe."
 
'Em sond didin, em ê destkeftiyên xwe biparêzin'
 
Hêvînê diyar kir ku desthilatdar her dem pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dikin armancên êrîşên xwe wiha bi dawî kir: "Dijmin her dem êrîşî herêma me dikin û siyaseta pir qirêj li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşînin. Dewleta tirk bi dagirkirina Efrîn, Serêkanî û Girê Spî pergala Rêveberiya Xweser armanc girt. Heta roja îro jî gef li Eyn Îsa, Til Temir û Şehbayê dixwe. Di dema Rejima BAAS'ê de jî wekhevî di navbera pêkhateyan de tune bû. Her dem yek al, ziman û çand esas dihat girtin. Lê bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re û bi avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hemû pilan û berjewendiyên dewletan tek çû. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk her dem gel diparêze û ji bo mafê her pêkhateyekê têkoşîn dike. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên pir serkeftî avêtin û sonda me ew e ku em ê her dem pergala xwe biparêzin. Her wiha êrîşên ku li hember projeya me pêk tê, em ê li dijî wan têbikoşin û destkeftiyên xwe biparêzin."