Berxwedana gelê kurd a li Kobanê bû dîrok

  • 09:04 26 Çile 2021
  • Rojane
Dilucan Bozî
 
KOBANÊ - Bi rihê berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd Kobanê bû hêviya gelên cîhanê. Şervanên kurd ên Kobanê kirin bajarê berxwedan û serkeftinê 134 rojî bedena xwe li dora Kobanê kirin çeper û soza rizgarkirinê bi cih anîn. 
 
Kobanê yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê yê girîng û xwedî taybetmendî ye. Di Şoreşa Rojava da yekem bajarê ku çirûska şoreşê lê pêket Kobanê bû û ev çirûsk li tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Cihê ku ala serkeftinê lê bilind dibe, di her demekê de ji dijiminên mirovahiyê re dibe cihê tirs û xofê. Li hemberî vê serkeftina gelê herêmê çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk gelek hêrs bûn. Ji ber wê di 27'ê Îlona 2014'an de bi hemû hêza xwe êrîşî kantona Kobanê kirin.
 
Erdnîgarî û wateya navê Kobanê
 
Kobanê dibe xeta sînor a di navbera Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de. Firehbûna erdê Kobanê 273000 hektar e. Serjimara şêniyên wê li gorî sala 2014'an  zêdetirî 100 hezarî ye. Li gor hin çavdêriyan Kobanê navê xwe ji kompaniya hesin a rêya tirênê girtiye û bi demê re bûye Kobanê. Li gor hin zanyar û nîştecihên Kobanê jî, di demên berê de eşîreke mezin li herêmê dijiya. Ev eşîr dibin du beş, hin ji wan berê xwe didin Serêkaniyê bi cih dibin û hin ji wan jî li herêmê dimînin. Ji eşîra Serêkaniyê re dihat gotin koma jêrîn û ya herêmê jî koma jorîn dihat gotin, bi demê re navê vê komê dibe Kobanê. Li Kobanê di navbera çemê Firat û kaniya Xabûrê de du gund hebûn. Herdu gund bi kaniya Kurdan û kaniya Ereban dihatin nasîn. Wê demê bedewiyên Ereb ji bajarê Reqayê li ser kaniyê sewalên xwe xwedî dikin û li wir bi cih dibin. Ji ber vê yekê navê wê kaniyê dibe kaniya Ereban. Di dema avakirina Kembera Ereban de Rejîma BAAS'ê navê Kobanê diguherîne û dike Eyn El-Ereb, navê Eyn El-Ereb ji navê kaniya Ereban hatiye.
 
Kobanê ji 366 gundan û çar navçeyan pêk tê
 
Li derdora Kobanê 366 gund û 4 navçeyên wê hene. Navçeyên Kobanê, Qine, Şêran û Çelebî ne. Gundên li aliyê Rojhilat heta gundê Til Êcbê wek gundên deşta Pirsûsê tên nasîn. Girê Miştenûrê yek ji cihên bilind e ku dikeve Başûrê bajar, Erdê Kobanê piranî qerac e. Di sedsala 20'an de erdinîgariya Kobanê cihekî xwedî av bû, lê bi çêkirina bendavên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê re ava ku ber bi vê herêmê ve diherikîn hatine qutkirin û kaniyên wê jî ziwa bûne. Li ser vê xaka kevnar kurd û ermenî bi hevdu re jiyane. Lê bi demê re ji ber desthiladariya Osmaniyan gelê Ermen neçar mane koçberî cihên cuda yên Suriyeyê, Ermenîstan û derveyî welat bibin. Kobanê li beranberî zilma Osmaniyan, dewleta Suriyeyê, Firansa û hêzên din ên desthiladar bi awayên çanda Eşîrî xwe parastine. Êşîrên Kobanê yên navdar Şêxan, Kêtikan, Şedadî, Şêheyderî, Pîjan, Bêşatiyan, Elêdînî, Elî zerî, Qûrûbeg, Kemalan, Qurtik, Mişko, Bêserî, Dinayî, Meifî, Mirî, Zirwarî, Oxî ne û hin eşîr jî ji ber ku her tim rastî êrîşên Êla Milan dihatin, ji bo hebûna xwe konfederasyon damezrandin û navê Berazî li xwe kirin.
 
Çandinî û aboriya herêmê
 
Piraniya şêniyên herêmê bi çandinî, xwedîkirina sewalan, hesinkarî û kolandina bîran re mijûl in. Beriya aloziya Suriyeyê, ji ber bêkariya li herêmê gel ji bo debara jiyana xwe bikin diçin bajarên Sûriyeyê, Lubnan, Tirkiye, Başûrê Kurdistanê, heta li Cezayir dest bi kar dikin. Piştî Şoreşa Rojava gelê herêmê li kêleka çandiniya genim, ceh, kemûn, kuncî, miloxî, nîsk, pembû dest bi çandiniya darên fistiq, zeytûn, goz, hêjîr û hinaran jî kirin. Her wiha li herêmê heta asteke baş pîşesazî jî pêş ketiye.
 
Jiyana şêniyên Kobanê
 
Di demên kevin de şêniyên Kobanê cil û bergên Kurdî li xwe dikirin, li gor çanda Kobanê jinan meles, kiras, xeftan, kofî, sixme, bervank, tac û rext didan serê xwe, heta hîna jî hin dayikên temenmezin çanda xwe diparêzin. Mêr jî şelwer, sixme û kefî li xwe dikirin. Bi desthiladariya dewleta Sûriyeyê re gelê herêmê neçar man ku cilên gelê Ereb li xwe bikin. Ev jî bû sedemek ku çanda cil û bergên Kurdî li herêmê her ku biçe kêm bibe. Piştî ku çanda dewletên derve bi rêya teknîkê li herêmê belav bû, ciwanên herêmê texlîtê çanda Ewropayê kirin û ji çanda Rojhilata Navîn dûr ketin. Bi destpêkirina şoreşê re û têkoşîna jinan re niha ciwanên herêmê car din li çanda pîr û kalên xwe vedigerin. Çanda cil û bergên Kurdî li herêmê her ku diçe zêdetir dibe. Ev herêm bi mêvanperwerî û mazûvaniya xwe navdar in. Çanda civakbûyîn û komînalbûnê her tim li van herêman hatiye pêkanîn.
 
Berhemên dîrokî
 
Kobanê yek ji bajarên kevnar ê Kurdistanê ye ku dergûşa mirovahiyê li ser hatiye hejandin. Li gelek deverên vî bajarî berhemên kevnar hatine dîtin. Lê belê di her demekê de dewletên ku li vir desthiladarî kirine, gelek ji van berheman dizîne yan jî hilweşandine. Gundê Şêranê  bi du şêrên xwe yên reş tê navkirin. Lê di dema desthiladariya Firansayê de ev herdu şêr ji wir hatine dizîn û birine deverên cuda. Her wiha li ser Girê Miştenûrê şikeftên dîrokî hebûn, lê hinek ji wan hatin hilweşandin û hinek jî bi demê re tijî ax bûne. Li heman girî şikefta keçikan heye. Li gorî baweriya gelê herêmê gelek deverên pîroz ku weke ziyaretgeh dihatin bikaranîn hebûn. Weke girê Qere Berkel ku hîna jî gelek gelê herêmê bi vî girî sond dixwin. Ji ber berê gelê Ermenî jî li ser vê axê jiyane ji ber wê dêrên wan ên pîroz hebûn û bi demê re ev dêr jî di demên Osmaniyan de hatine hilweşandin. Heta niha bajarê Kobanê çar caran rastî êrîşên cuda hatiye. Êrîşa yekem ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kirin. Her wiha Almanya, Fransa û herî dawî jî çeteyên DAIŞ'ê carek din êrîşî van herêman kirin.
 
Berxwedana gelê kurd a li Kobanê bû dîrok
 
Li dijî her cure desthiladarî û zilmê gel bi vîn û berxwedana xwe dibe xwediyê jiyanek nûjen. Êrîşa di 27’ê Îlona 2014'an de li ser herêmê hate destpêkirin. Bi berxwedana gel, şervanên YPJ/YPG'ê û ciwanên enternasyonal DAÎŞ têk çû. Xeyalên desthiladaran ku di her kêliyê de digotin “Kobanê ket, wê bikeve” hilweşiyan û Kobanê weke navê xwe û vîna şervanan li ser lingan ma. Berxwedana gelê kurd a li Kobanê bû dîrok. Rihê ku di 134 rojan de bi pêşengiya jinê hate jiyîn, îro didome û di her kêliyê de hebûna jinan a li van herêman her ku diçe xurtir û mezintir dibe.