ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'ê

  • 09:00 26 Çile 2021
  • Rojev
* Hanîfî Kaçar ku ev 17 sal in di girtîgehê de ye û hevjîna Hanîfî Edalet Kaçar diyar kir ku rakirina tecrîdê daxwaza hemû kesan e û ev tişt got: “Bila êdî ev zilma li ser girtîgehan biqede. Gava ev tecrîda li ser girtîgehan û li ser serokatî ji holê rabe, wê demê aştiyekê mayînde pêk bê." BI DÎMEN 
 
*Bi rihê berxwedan û têkoşîna Gelê Kurd Kobanê bû hêviya gelên cîhanê. Şervanên kurd ên Kobanê kirin bajarê berxwedan û serkeftinê 134 rojî bedena xwe li dora Kobanê kirin çeper û soza rizgarkirinê bi cih anîn. 
 
*Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Kantona Efrînê Hêvîn Reşîd salvegera heftemîn a damezrandina Rêveberiya Xweser  nirxand. Hêvînê wiha got:"Hemû pêkhateyan û bi taybet jinê cihê xwe di nava Rêveberiya Xweser de girtin. Jinê bi avabûna Rêveberiya Xweser mohra xwe li dîrokê da."  BI DÎMEN 
 
*Jinên Hesekê têkildarî qetilkirina Hevseroka Meclîsa bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşayê ya Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr wiha gotin:"Bi qetilkirina jinan wekheviya gelan û îradeya jinan hedef tê girtin. Em ê li dijî zihniyeta qetil dike têkoşînê bidomîne." BI DÎMEN 
 
*Hevseroka Şaxa Hejmar 2 a Egîtîm Sen a Amedê Zuhal Sezer derbarê newekheviya di perwerdehiyê de tê jiyîn nirxand û got: “Zarokên me ne texteyên cerebandinê ne. Bila li gorî xwe biryaran nedin.” BI DÎMEN 
 
*Emîra Mihemed Elî ya yek ji şahidên berxwedana Kobanê ye, di derbarê 6’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya ji çeteyên DAIŞ'ê de wiha got: "Me li ser vê axê bedelên giran dane, ji ber vê yekê em qebûl nakin ku dewletên serwer an jî hêzên tarî welatê me dagir bikin. Şervanan erka xwe ya rizgarkirin û parastina Kobanê bi cih anîn."  BI DÎMEN 
 
*Ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser dê PYD li Goristana Şehîd Dîcle daxuyaniyê bide. (12.30)
 
*Ew ê Yekîtiya Rewşenbîran bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser serdana goristanên pakrewanan bike. (12.30)