Li Êlihê ji bo yekitiya neteweyî xebat hat destpêkirin

  • 15:36 25 Çile 2021
  • Rojane
 
ÊLIH - Di çarçoveya xebatên yekitiya netewî de, şandeya ku ji KCD, TJA, DBP Û HDP’ê pêk tê li Êlihê dest bi xebatê kirin. Di 29’ê çileyê de li Êlihê hevdîtineke girseyî bê lidarxistin. 
 
Endam û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azan (TJA), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî ku di çarçoveya yekitiya neteweyî ya kurd de li Sêrtê esnaf û rêxistinên civakî ziyaret kir, li Êlihê dest bi xebatan kir. Şande piştî 5 rojan li vir xebatê bikin dê di 29’ê çile de meşeke girseyî li dar bixin. 
 
Şandeyê têkildarî çalakiyên xwe yên ku bi rêxistinên sivîl ên civakî re dê li Êlihê pêk bînin li Şaxa Genel-Îşê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, aktivîstên TJA’yê, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlementerên HDP’ê Hevşaredara Batmanê Songul Korkmaz û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
  
Di civînê de ewil Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û diyar kir ji bo ku yekitiya netewî pêk bê, gaveke girîng avêtin û li gelek bajaran geriyan û wiha got: “Em îro jî li Êlihê ne. Em bi gera tax, gund, navçe û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî tirsa faşîzma AKP’ê û MHP’ê ku dixwaze ava bike têdikoşin. Li dijî polîtîkayên tecrîdê bi rûhê berxwedana gel em têdikoşin. Piştî Şirnex, Wan, Stenbol û Sêrtê niha jî em li Êlihê ne. Piştî hevdîtinên bi gel re û seredanên navçeyan em ê van xebatên xwe 29’ê mehê bi hevdîtinekê tacîdar bikin.”
 
Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê Denîz Topkan jî diyar kir ku weke pêkhateyan xebatên heyeta ji bo yekitiya netewî hatiye avakirin bi wate dibînin û wiha axivî: “Herkes dizane ku yekitiya kurda wê hêz bide kurdan. Heke ev yekitî pêk neyê wê kurd winda bikin. Ji bo ku yekitî pêk were divê herkes destê xwe deyne binê kevir.”
  
Hevserokê HDP’ê yê Êlihê Omer Kûlplû jî da zanîn ku her gava ji bo yekitiya kurdan tê avêtin girîng e û wiha got: “Daxwaza me ya ji gelê Êlihê ewe ku bi awayekî xurt tevlî xebatên yekitiyê bibin. Em dizanin ku tevlîbûna hevdîtina me ya Parka Ataturk a 29’ê mehê wê zêde be. Beriya vê wê pêvajoyeke 5 rojan a xebatên me çêbibe. Bi xebateke xurt em ê xûrt tevlî hevdîtinê bin.” 
 
Piştî axaftinan ji bo seredana esnafan şande derbasî navçeya Qûbînê bûn.