Li Qamişloyê qetilkirina jinan hat şermezarkirin

  • 13:32 25 Çile 2021
  • Rojane
 
QAMIŞLO - Bi armanca şermezarkirina qetilkirina Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşa ya li Kantona Hesekê Sada Feysel  El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr, Ofîsa Jinê ya TEV-DEM'ê daxuyanî da.
 
Bi armanca şermezarkirina qetilkirina Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til Şayirê ya navçeya Deşîşa ya li Kantona Hesekê Sada Feysel  El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr, Ofîsa Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyanî da. Daxuyanî li parka xwendinê ya bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan jinan ên ji tevahî sazî û dezgehên civakî hate dayin. Di daxuyaniyê de alên TEV-DEM'ê û wêneyên herdu jinên ku hatine qetilkirin hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Ofîsa Jin ya TEV-DEM'ê Zeyneb Hisên ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, jin bi ked û îradeya xwe tevlî nava gelek saziyan bûn û xwe li pêş xistin. Her wiha roleke wê ya mezin hebû ku jiyaneke hevbeş di nava civakê de bê avakirin. Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Şayirê ya navçeya Deşîşa li Kantona Hesekê Sada Feysel  El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr hatin revandin û qetilkirin. Armanca van êrîşên ser pergala jinê ew e ku çavên jinan bitirsînin, da ku ji doza azadiya xwe vegere. 
 
Em wek jinên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) van êrîş û bûyeran bi tundî şermezar dikin. Pêwîst e li hemberî van kiryaran em hemû jin yek dest bin, doza hemû jinan yek e.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.