TUHAY-DER: Xwedî li daxwazên girtiyan derkevin

  • 13:16 25 Çile 2021
  • Rojane
 
WAN - Derbarê çalakiya greva birçîbûnê de Şaxa TUHAY-DER'ê ya Wanê daxuyaniyek da û xwestin tecrîda li hemberî Abdullah Ocalan bê rakirin. 
 
Şaxa Komeleya Alikariya Malbatên Girtiyan a Wanê (TUHAY-DER), têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtî 60 roj in li 107 girtîgehan di greva birçîbûnê de ne, li avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokê TUHAY-DER'ê Kînyas Başak axivî.
 
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha parêzer nikarin biçin Îmraliyê û Abdullah Ocalan di tecrîdê de tê girtin û wiha hat gotin: "Pêkanînên li dijî Abdullah Ocalan li dijî pîvan û peymanên Neteweyên Yekbûyî CPT û xala Zagona Înfazê ya hêjmar 5275'an e û xwest Wezareta Dadê bi lez daxwazên girtiyan pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike. Hikûmet û wezaret gavên zagonî bavêjin û bi lez parêzer û malbat biçin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin. Em bang li rêxistinên civakî û demokratîk dikin û dibêjin xwedî li daxwazên girtiyan derkevin."