TJK-E: Li Rojava êrişî jina azad dikin

  • 11:20 25 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E'yê diyar kir, yên ku Seîde Feysal El Hermas û alîkara wê Hinid Letîf El Xidêr qetil kirin êrişî jina azad kirin û got: "Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinê pêk hat, lewma weke Şoreşa Jinê tê pênasekirin. Ji ber vê sedêm ê jî têkoşîna jinan hedef tê girtin." 
 
Hevseroka meclîsa bajarokê Til El-Şayir a girêdayî navçeya Deşîşa a kantona Hesekê Sada El-Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr di 22'yê çile de ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin û hatin qetilkirin. Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) bi daxuyaniyekê qetilkirina jinan şermezar kirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Rejîma faşîst a ku nekarî vê pêvajoya şoreşê ya bi pêşengiya jinan qebûl bike û li dijî hebûna xwe weke gefekê dît, bi êrişên dagirkeriyê re bi hezaran mirov qetil kir, destavêt jinan û komkujiyê pêk anîn. Li Efrînê, li Serêkaniyê bi sedan jin hatin qetilkirin, bi sedan hatin revandin, destdirêjê li wan kirin.
 
Herî dawî li nehiya Til El Şayir a Rojava Hevseroka Meclîsê Seîde Feysal El Hermas û alîkara wê Hinid Letîf El Xidêr hatin qetilkirin. Ev komkujî êrişa li dijî Şoreşa Rojava ye, hewldana ji bo têkbirina aramî û ewlehiya li Rojava ye. Bi rêya vê komkujiyê êriş li dijî vîna jin a azad hat kirin. Tê xwestin ku jin tên bêdengkirin. Em van êrişên li dijî jiyana wekhev û azad qebûl nakin, şermezar dikin. Ev komkujî nîşan didin ku çiqasî ji jin a azad ditirsin. 
 
Bêdengiya raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên jinan ên navneteweyî û rêxistinên hiqûqê şermezar dikin û bang li van saziyan dikin û dibêjin bi erk û berpirsyariya xwe rabin."