DAIŞ'ê qetilkirina du jinan girt ser xwe
- 11:18 25 Çile 2021
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çeteyên DAIŞ'ê revandin û qetilkirina Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til El-Şayirê ya girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr girt ser xwe.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Hawarê(ANHA), çeteyên DAIŞ'ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe weşandiye revandin û qetilkirina Hevseroka Meclîsa Bajaroka Til El-Şayir ê girêdayî navçeya Deşîşayê Seida Feysel El-Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr girt ser xwe.