Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê koma 20’an dewir girt

  • 11:17 25 Çile 2021
  • Rojane
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, koma 20’an dewir girt.  
 
Di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiyê îro koma 20’an dewir girt. Çalakî 39 roj in didome.
 
Li ser navê koma 19’emîn Sîrwan Turhan axivî û got: "Ez destpêkê vê çalakiyê li tevahiya Gelê Kurd pîroz dikim û tevahî çalakvanên greva birçîbûnê pîroz dikim. Weke tê zanîn demeke tecrîdekî girankirî li ser rêberê me tê meşandin, em dixwazin êdî vê tecrîdê bişkênin û rêberê xwe bi awayekî azad li gel xwe bibînin. Li ser navê koma xwe serkeftinê ji hevalên koma 20’an re dixwazim."
 
Merasîma dewirgirtina çalakiyê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana zîndana" bi dawî bû.