ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'ê

  • 09:00 25 Çile 2021
  • Rojev
*Jinên gundên Gozeliyê yê navçeya Til Temirê dan zanîn ku bi diyaloga di navbera Rêveberiya Xweser û Rêjîma Sûriyeyê de, wê dagirkirî pûç bibe û êşa şer sivik bibe. DÎMEN HEYE
 
*Têkîldarî grevên birçîbûnê bangên malbat û xizmên girtiyan ji bo hestiyariyê didomin. Malbatên girtiyan destnîşan kirin ku êdî ev tecrîd bi her cûreyên xwe nayê qebûl kirin û wiha gotin: “Bila êdî dayik êş û janê nekişînin, heke ev tecrîd ji holê rabe dê zilm jî biqede.” DÎMEN HEYE
 
*Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Komîsyona Kedê ya HDP’ê berpirs, Şaziye Kose, diyar kir ku yên ku herî zêde ji krîzan bi bandor dibin jin in û banga têkoşînê li jinan kir. BI DÎMEN
 
*Nivîskar û şanoger Fîruze Engîn diyar kir ku şano di navbera hemû aliyên civakî de peywira pirê dibîne û bertek nîşanê venasîna huner û hunermend a serokomarê AKP’î da. Fîruzeyê wiha got: “Hunermend her tim pêşerojek ronî, aştî û demokrasiyê dixwaze. Di rêveberiya yekparêz de bêguman serokomar dibêje ‘bila hunermend bêdeng bin û li cihê xwe runin’. Ji ber ku hunermendan wek zanatkaran dibînin. Ev rêveberî nikare demek dirêj bisekine wê hilweşe.”
 
*Zîlan Yamankiliç û du kesên din di encama lêketin wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dabûn. Ji bo gumanbar polîs Burhan Kolbaşi hinceta cezayê pere hat aşkerakirin. Dadgehê di biryara bi hincet de, gumanbar bi qusur dît û her wiha cezayê wî daxist.
 
*Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya avakirina pergala Rêveberiya Xweser çarenûsa xwe guhert. Ji sîstema desthilatdar û netew-dewlet dûr, pergala azadiya zayendan esas hat girtin, civaka demokratîk û wekheviya gelan hat hilbijartin.   
 
*Li Qamişloyê li dijî qetilkirina jinan ew ê daxuyanî bê dayin. (10.00) BI DÎMEN
 
*Ew ê li dijî qetilkirina jinan Kongreya Star li Kobanê meşê li dar bixe. (13.00) BI DÎMEN
 
* TJA û Meclîsa Jinan a HDP'ê derbarê tecrîdê dê li navçeya HDP'ê ya Rezanê panel bê lidar xistin.(10.00) BI DÎMEN