Kongreya Star qetîlkirina hevserokên jin şermezar kir

  • 15:27 24 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina qetîlkirina  Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa ya Kantona Hesekê Sada Feysel  El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letîf El-Xidêr, li gelek herêman daxuyanî da.
 
Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til şayir a navçeya Deşîşa li Kantona Hesekê Sada Feysel  El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letîf El-Xidêr ji aliyên kesên nasnameya wan ne diyar ve hatin revandin û qetîlkirin. Têkildarî mijarê Kongreya Star li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca şermezarkirina qetîlkirina herdû jinên ereb daxuyanî da. 
 
'Em tu carî gav paşde navêjin'
 
Şeva înê Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa li Kantona Hesekê Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr hatin revandin û qetîlkirin. Têkildarî bûyerê Kongreya Star a Kantona Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî bi tevlîbûna endamên saziyên civaka Sivîl, Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Endamên Kongreya Star hate dayin. Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star,Partiya PYD’ê û panketa bi nivîsa “Şehadeta we vîn û israra me bilindtir dike” hatin hildan. Daxuyanî li qada Ethro ya Sûriyana ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Şukriya Mihemd ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser rola jinê û di têkoşînê de û wiha hat gotin: "Rola jinan di hemû qadan de, ji berhemên şoreşa Rojavayê Kurdistanê û pêkanîna projeya netewa demokratîk li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket pêş. Jinan di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de û di pêkanîna vê projeyê de pêşengtî kir û ji bo azadiya civakê canê xwe feda kirin. Îro kiryarên ku li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên meşandin, jê komkujiya Til Rifeatê, êrîşên li ser Eyîn Îsa û Til Temir, hedefgirtina jinan em ji Hevrîn Xelef û Dayika Eqîde, Zehra  bigirin û heta qetîlkirina Hind û Sada, yek armancê dide diyar kirin. Kuştina herdu jinan tê wateya ku dijmin ji serkeftina projeya Netewa Demokratîk li herêmê û rola jinan bi hêrsde. Li dijî van kiryaran em tu carî gavê paşde ne avêjin, em bi şehadeta van têkoşeran îsrara xwe ya di azadiya zêdetir bikin."
 
Daxûyanî bi dirûşma” Jin jiyan azadî “ bi dawî bû.
 
Li Helebê daxuyaniya şermezarkirinê
 
Kongreya Star a bajarê Helebê qetîlkirina Sada Feysel El-Hermas û Cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd bi tevlîbûna bi dehan Endamên sazî û dezgehên sivîl hate dayin. Di daxuyaniyê alên Kongreya Star hatin hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star ya bajarê Helebê Valantîne Ebdo ve hat xwendin.
 
 Valantîne Ebdo wiha got: "Bi van kiriyarên hovane dixwazin derbeyekê li sîstema jin bixin û jinan ji doza azadiyê vegerînin. Em weke Kongreya Star soz didin ku em ê riya wan şehîdan bişopînin, heta em xeyalên wan pêk tînin.”  
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyana azadî” bi dawî bû.
 
Kongreya Star a Efrînê qetilkirina jinan şermezar kir
 
Li dijî siyaseta hedefgirtina jinan di Sûriyê de Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrînê li navçeya Ehdas daxuyanî da. Daxuyanî li navçeya Ehdas bi tevlîbûna bi dehan ji Endamên Kongreya Star hate dayin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Rûken Elo ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: "Komkujiyên ku îro li ser jin û sivîlan  pêk tên, armanc jê çewsandina fikira demokratîk e. Hêzên desthilatdar li pêşiya azadiya jinan dibin asteng û bi hemû cureyên hovîtiyê vîna jinan hedef digirin. Hovîtiya dewleta tirk di hedefgirtina jinan de pir eşkere xwe dide der, di heman demê de jî dixwazin her mirov bi tirs bijîn. Êrîşên li ser bajarokê Til Rifeatê  ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 sivîlên din ji pêkhateyên ereb û kurd birîndar bûn, peyama têkbirina wehkheviya gelan e. Vîna jinan bi van kiryarên dijmirovî nayê şikandin û ji bo azadiya tevahî jinan em ê li qadan bin."  
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Jin jiyan azadî"," Na ji dagirkeriya tirk re" bi dawî bû. 
 
Kongreya Star a Herêma Firtaê: Kes nikara vîna jinan têk bibe
 
Bi dehan ji jinên Kantona Kobanê û bajarokê Sirînê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Partiyên Siyasî, HPJ-Jin,Komeleya mafên mirovan, Yekîtiya Jinên Ciwan, Meclîsa Malbatên şehîdan û bi dehan ji Endamên Rêxistina Kongreya Star, Mala Jin û Rêxstina Sara ya li dijî Tundiya li Ser Jinê, li qada Jina azad Kombûn û li dijî qetîlkirina Hevseroka Meclîsa bajarokê Deşîşa Sada El-Hermas û Cîgira wê Hind El-Xêdêr daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de jinan wêneyên herdû têkoşeran, alên Kongreya Star û Yekîtiya Jinên Ciwan hildan. Daxuyanî ji aliyê Endama koordînesyona Kongreya Star ya Herêma Firatê Hedlê Hesen ve hat xwendin.
 
'Projeya Netwa demokratîk hedef hatiye girtin' 
 
Hedlê wiha got: "Hevseroka Meclîsa bajarokê Deşîşa Sada El-Hermas û Cîgira wê Hind El-Xidêr ji aliyê hişmendiya mêrê serdest ve hatin hedef girtin. Ev ne cara yekemîn e ku kuştina bi vî rengî ya li dijî vîna jina têkoşer û azad diqewime. Mîna vê yekê jî hedefgirtina Sekertera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef, yadê Eqîde, Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û yadê Emîne, pêk hatin. Her wiha ev qetilkirin weke komkujiya Parîsê û Silopyayê ye. Armanca dijmin ew e ku projeya Netewa Demokratîk di kesayeta jina têkoşer de tune bike. Armanc girtina rêxstina jin ji aliyê hişmendiya desthilatdar ya netew-dewletê ye ku di azadbûna jinan û gelan de xeteriyê li ser pergalên xwe yên hegomonîk dibînin. Ji ber wê hemû rêbazên têkbirina projeya azadî, wekhevî, yekîtiya gelan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi kar tînin. Em weke Rêxstina Kongreya Star û jinên ji Kantona Kobanê cînayeta hovane şermezar dikin û ji saziyên pêwindîdar, rêxstinên mafên mirovan daxwaz dikin ku bi erka xwe rabin û li pêşiya komkujiyên bi vî rengî bigrin. Em dibêjin hûnên nikaribin bi van kiryaran vîna me bişkînin, em soz didin jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku em ê riya têkoşerên xwe bişopînin û armanca wan bi cih bînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.