'Têkoşîna me li hember hemû kiryarên qirker wê dewam bike'

  • 12:59 24 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NûÇEYAN - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava qetîlkirina herdu jinên pêşeng Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa li Kantona Hesekê Sada Fêsel  El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letîf El-Xidêr, bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. 
 
Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi armanca şermezarkirina qetîlkirina herdu jinên pêşeng, Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa li Kantona Hesekê Sada Fêsel  El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letîf El-Xidêr ku ji aliyê hin kesên ne naskirî ve hatine revandin û qetîkirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de jinan diyar kir ku pêwîst e hemû jin ji van kiryarên ku vîna jinan hedef digerin re hişyar bin û azadiya xwe misoger bikin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Em weke Koordînasyona Kongreya Star qetîlkirina herdu hevalên xwe Hevseroka Meclîsa Bajarokê Til Şayir a navçeya Deşîşa li Kantona Hesekê Sada Fêsel  El-Hermas û Cîgira Hevserokatiya Meclîsê Hind Letîf El-Xidêr bi tundî şermezar dikin. Ev herdu jin  beriya ku bên qetilkirin ji aliyê kesên ne nas ve hatibûn revandin. Ev kiryarên hovana di destpêkê de îradeya jinê ya fikirî,siyasî, leşkerî , civakî û diblomasî hedef digire. Jinên ereb bi vejîna şoreşa jin re bi hêz û vîneke mezin barê vê şoreşê rakin û tevlî hemû qadên rêvebirinê bibûn.  Tevî ku jinan di nava salên şoreşê de gavên bingihîn avêtine û  nirx û destkeftiyên xwe parastin, ji aliyê hêzên desthilatdar yên ku naxweazin jin bibin xwedî hebûn tên qetîlkirin, revandin û îşkencekirin. Armanca van kiryaran ew e ku tirsekê bikin dilê jinan û wan ji rêka şoreşê dûr bixin. Her wiha dixwazin aramî û wekheviya gelê herêmê têk bibin ku mirov nikarîbin azad bijîn.
 
Wê têkoşîna me bidome 
 
Em weke Koordînasyona Kongreya Star a Rojava sersaxiyê ji malbatên herdû rêhevalên xwe yên şehîd re dixwazin. Em bang li tevahî jinan dikin ku têkoşîna xwe li hember van kiryar û komkujiyên hovane bilind bikin. Pêwîst e hemû jin ji van kiryarên ku vîna jinan hedef digirin re hişyar bin û azadiya xwe misoger bikin. Her wiha em bang li jinan dikin ku li dijî êrîşên dewleta tirk hişyar bin  û defgirtina şêniyên li Şehba û Til Rifeatê şemezar dikin. Di êrîşan de dewleta tirk jin û zarokan hedef digere. Wê têkoşîna me li dijî hemû kiryarên qirker taybet ên ku jinan hedef digre, dewam bike."