Li Mexmûrê çalakiya greva birçibûnê di roja 38’an de didome

  • 11:43 24 Çile 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên zîndanan hat destpêkirin, di roja 38’an de didome.  
 
Di 27’ê Mijdarê de girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan, di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hatibû kirin. Çalakî bi koma 19'emîn di roja 38'emîn de didome. 
 
Tendirûstiya çalakvanan her roj ji aliyê saziya tendirûstiyê ve tê çavdêrkirin. Her wiha çalakvan her roj ji aliyê gel ve tên ziyaretkirin û ev jî moral û rengekî cûda dide çalakiyê.