Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 59'emîn de ne

  • 09:54 24 Çile 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, bi koma 12'emîn ket roja xwe ya 59'emîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin koma bi 12'emîn çalakî ket roja 59'an. 
 
Herwiha, Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di civîna ku bi rêya onlîne pêk anî starta kampanyeyke nû da. Di civînê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Budan, diyar kir ku ew ê di 8'ê Sibatê de kampanyake nû bidin destpêkirin û got ku rojeva wan a sereke wê tecrîd û greva birçîbûnê be.