'Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe’

  • 15:08 23 Çile 2021
  • Rojane
STENBOL - EŞÎK, li dijî komkujiyên jinan, kampanyaya “Komkujiyên Jinan - Tevkujiya Zayendî” dan destpêkirin. Lîstikvan û nivîskar piştevanî dan kampanyayê û gotin: "Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe."
 
Platforma Jinê ya Ji BO Wekheviyê (EŞÎK), li dijî komkujiyên jinan, duh kampanyaya “Komkujiyên Jinan - Tevkujiya Zayendî” dan destpêkirin û xwestin ku her kes piştevaniya wan bike. Piştî vê yekê gelek lîstikvan, nivîskar, rojnameger û hunermend, ji bo ku balê bikişînin ser komkujiyên jinan, dîmenên ku amade kiribûn li ser hesabên xwe yên medya civakî parve kirin. Gelek nivîskar û hunermendan di dîmenan de, banga "Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe" kirin.