Çalakiyên greva birçîbûnê di roja 58'emîn de ne

  • 09:06 23 Çile 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27'ê Mijdarê de ji aliyê girtiyên siyasî ve hatibû destpêkirin, bi koma 12'emîn ket roja xwe ya 58'emîn. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan di 27’ê Mijdarê de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin koma bi 12'emîn çalakî ket roja 58'an. 
 
Rêvebera Şaxa OHD'a Amedê Seda Zengîn da zanîn ku xwestekên girtiyên di greva birçîbûnê de ne hiqûqî ne û wiha got:"Divê mirov mafên bingehîn û azadiyê esas bigire û wiha nêzî pirsgirêkan bibin û daxwazan di vî alî de binirxîne û ji bo bê çareserkirin divê mirov hewil bide."