Jina li hember zilmê serî netewand: Zor û zextan qebûl nekin

  • 09:03 23 Çile 2021
  • Rojane

Rojda Aydın

ŞIRNEX - Helîme Kara yek ji jinên ku li gel zextên malbat û mêrê pê re hatiye zewicandin serî netewandiye ye. Helîma ya ku zordestî qebûl nekir û piştî pêvajoyeke dirêj a têkoşînê li Cizîra Şinexê bi dirûnkariyê debara xwe dike got,"Bila jin zor û zextan qebûl nekin."  
 
Dema mirov bala xwe bide jiyana jinan her jinek çîrokeke wê ya balkêş ku li gel zext û dordestiya pergala baviksalar bi berxwedanê tijî  heye. Helîme Kara jî ji van jinan yeke .Helîme li ser daxwaza malbata xwe ji bo birayê xwe bi rêya berdêliyê hatiye zewicandin û piştî zewacê jiyana wê veguheriye dojehê. Lê Helîme li gel van zextan serî netewandiye û hem li dijî malbata xwe hem jî li dijî mêrê ku zilm û zorî lê kiriye li ber xwe daye.  Me jî xwe gîhand Helîmeya Têkoşer ku niha li gel 3 zarokên xwe li Cizîra Şirnexê têkoşîna jiyanê dide ku ji me re çîroka jiyana xwe vebêje. 
 
Li hember zilma mêr serî rakir
 
Halîme, dibêje piştî hatiye Cizîrê bi cih bûye jî ji aliyê mêrê pê re hatiye zewicandin û malbata xwe ve zextên lê dihatin kirin berdewam kirine û got: “Dev ji min bernadin. Tim tundiya derûnî û fîzîkî li ser min dikir ku ez carkeke din vegerim. Lê ez di gelek karan de xebitîme. Ji zarokatiya xwe û heta niha min hemû karan kirine. Piştî min bi zorê zewicandin jiyana min veguherî dojehê. Ji bo ku ez bi zorê neyêm zewicandin min du caran derman xwar û hewl da întîhar bikim. Bavê min carkê jî fikra min nepirsî. Piştî ku min mêrê pê re hatim zewicandin berda ez hatim li Amedê bi cih bûm û salekê perwerdeya dirûnkariyê dît. Piştî wê min dest bi karê xwe kir û min 9 salan li Amedê karê dirûnkeriyê kir. Piştre ez hatim li Cizîrê û min karê xwe berdewam kir. Niha ez û hevaleke xwe bi hev re li vê dikanê dixebitin. Em bi hev re kincên herêmî didirûn.”
 
Li Cizîrê dest bi jiyanek nû kir
 
Halîme, destnîşan kir ku jiyana wê gelek gelek zor û zehmet bûye û wiha pêlda axaftina xwe: “.Min vî hevala xwe nas dikir û j imin re got were em li vir bi hevre bixebitin. Ez jî hatim li vir bi hevre dixebitin. Min li Cizîrê ji xwe re xanî kirê kirime. Fatûre û xwarina malê ye. Ji ber ku ez bi tenê dixebitim jiyan ji bo min gelek zehmet bûye. Jiyan  div î pêvajoyê de gelek zehmet bûye. Ev sê mehin ez hatime li Cizîrê bi cih bûme. Ez karê dirûtina kincên herêmî dikim û debara xwe pê dikim. Ez hem zarokên xwe  û hem jî pêdiviyên mala xwe pêk tînim. Ji bo min zehmete, lê ji aliyek mihtacê mêran nabim. Ev min kêfxweş dike.”
 
‘Tu zilma mêrê nikare berxwedana me jina bişkîne’
 
Halîme anî ziman ku bila jin li hember zextên dewletê bêdeng nemînin û ev tişt got: “Min heta niha gelek zahmetî kişandine. Lê min tu carî serê xwe li hember zilmê netewandiye û herî dawî min biryar da ku ji mêrê pê re ahtime zewicandin veqetim. Ji ber ku min xwest veqetim tundî li min hat kirin.  Lê min serî netwand û veqetiyam. Ez bi berxwedana xwe hata roja îro hatime. Ez niha jî zehmetiyan dikişînim, lê ji ber veqetiyam niha hinekî rehet im. Bi têkoşîna min li hember zilmê da ez bi hêztir bûm. Min bi kuştinê tehdît kirin lê min serî netewand û ji malbata min jî tu kesî piştgirî neda min. Ger ku ez zewicandî bimama dibû ku niha hatibûma kuştin û an jî wê tundiya li min dihat kirin bidomiya. Lê min zilm qebûl nekir û ji ber malbat û kesê pê re hatibû zewicandin revîm hatim vir. Ez niha li vir hem dixebitim û hem jî bi xwe debara xwe dikim. Çavkaniya min a debarê ev dikana min e.”
 
‘Bila jin li hember tundiyê berxwe bidin’
 
Halîme, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bila tu jin vê zilmê û tundiyê qebûl nekin û li ber xwe bidin. Ger em serî bitewînin dê mêr jî zilma li me dikin zêde bikin. Ji ber vê divê jin bi hev re dengê xwe bilnd bikin û li berxwe bidin. Min li hember zilmê tu carî dev ji berxwedana xwe berneda.”